3 şervanên QSD‘ê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatibûn girtin, di çarçoveya pêngava Bagera Cizîrê de li Baxozê hatin rizgarkirin.
REQQA-3 şervanên QSD‘ê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatibûn girtin, di çarçoveya pêngava Bagera Cizîrê de li Baxozê hatin rizgarkirin.
Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tunekirina Terorê di rojên xwe yên dawîn de li gundê Baxozê yê bejahiya rojhilatê bajarê Dêrazorê didome. Di pêngavê de hin şervanên QSD‘ê dîl ketin destê çeteyên DAIŞ‘ê.
3 şervanên QSD‘ê ku di dawiya 2018‘an de ketibûn destê DAIŞ‘ê, ji aliyê hevalên xwe yên şervan ve hatin rizgarkirin. Şervanên hatin rizgarkirin bi kêfxweşiyeke mezin, tilîlî û dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD‘ê, hatin pêşwazîkirin.
Navên ku hatine rizgarkirin Mihemed Remedan El-Hemûd, Mihemed Ebdulrehman Selama, Ehmed Eymen Qiyas e.