Rêxistinên ciwanên welatên cuda û ciwanên partiyên cuda li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven pêşengî kir û pêl bi pêl belav bû daxuyaniyek dan.
KOBANÊ- 2’mîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn di roja xwe ya sêyem de didome. Îro rêxistinên ciwanên welatên cuda û ciwanên partiyên cuda li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven pêşengî kir û pêl bi pêl belav bû daxuyaniyek dan. Daxuyanî bi çar zimanî hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “ Di serî de em wek ciwanên Ereb, Kurd, Aşur, Tûrkmen, Ermen, Dûrzî, hemû pêkhateyên vê konferansê tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar dikin. Li ser vê esasê beşdarbûna duyemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Ji ber ku ev konferans bi fikren Rêber Apo ve pêkhatiye. Fikr û ramanên Rêberê Gelan bûye sedem ku ev konferans were li darxistin. Ji ber vê yekê ji xwe hêzên hegemonîk Rêber Apo êsîr girtiye û tecrîd li ser dimeşîne. Rêberê Gelan di Rojhilata Navîn de bûye çareseriya krîzên tê jiyîn. Em wek pêkhateyên konferansê didin daxuyandin ku emê nehêlin ku Rêberê Gelan were tecrîd kirin. Em carekî din tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan lanet û şermezar dikin.”