Pirsgirêka Rojhilata Navîn bi rihê Ciwanên Rojhilata Navîn û berxwedaniya tevahî gelê Kurdistanê wê were çareserkirin.
KOBANÊ- 2`yemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn di roja xwe ya Sêyem de bi nîqaşên çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn berdewam dike.
Ciwanan di derbarê pirsgirêkên Rojhilata Navîn de di nîqaşên xwe de wiha gotin: “Tiştên ku li ser me tên ferizkirin ji aliyê dewletên degirker ve li ser me tên ferzkirin, em wek Ciwanên Rojhilata Navîn bi vê kombûna xwe pêwîste helwestekî rediqal dayinin beramberî van êrîşên ku li ser me tên ferzkirin, ger em îro li beramberî dewletê dagirker helwestekî redîqal nîşan nedin em ê her tim dibin wê bindestiya dewletên faşîst de bimînin.
Ciwanan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişandin li ser êrîşên degirkeran wiha berdewam kirin: “Roj bi roj êrêşên dagirkeran li ser ciwanan tên, di aliyê işkence, qetil, esîr, lêdan, parçekirina laşên wan, di zindanan de bi işkence tên qetil kirin û hwd. Ev qetil ama ji aliyê dewletên faşîst ve çêdibin ji bo ku em dibin wê desthilatdariyê de bimînin.”
“Li hember faşîzm, lîberalîzm, dagirkeran berxwedana herî mezin li Îmraliyê tê meşandin”
Em wek Ciwanên Rojhilata Navîn pêwîste bertekên xwe nîşan bidin ji bo ku em neteweke Demokratîk avabikin û jiyaneke hevpar jiyan bikin, ji ber ev Konferansa Rojhilata Navîn hêviya gelane. Ev dewletên faşîst çiqasî êrîşên xwe zêde bikin li ser me, em diha bêhtir bertekên xwe nîşan bidin.
Em wek Ciwanên Rojhilata Navîn ev pirsgirêka Rojhilata Navîn bi yekbuna me ya vê Konferansê, bi rihê Ciwanên Rojhilata Navîn em ê Netewa xwe ya Demokratîk avabikin. Ev şoreş wê bi destê Ciwanên Rojhilata navîn wê pêk were.