Aktivîstê Awûstralyayî Canopy, ji bo piştgiriyê bide berxwedêrên greva birçîbûnê yên bi armanca protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, bi hefteyekê kete greva birçîbûnê.
AWÛSTRALYA- Aktivîstê Awûstralyayî Canopy, ji bo piştgiriyê bide berxwedêrên greva birçîbûnê yên bi armanca protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, bi hefteyekê kete greva birçîbûnê.
Canopy, ji bo piştgiriyê bide berxwedêrên çalakiya greva birçîbûnê, kete nava hewldanan. Lê belê paşê dîtiye ku ev hewldan ne bes in, lewre 16’ê Sibatê dest bi greva birçîbûnê kir.
Canopy tîne ziman ku heta tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe divê çalakî bidomin û di serî de Leyla Guven, ji berxwedêran hemûyan re silavên xwe şand.