HPG: “Artêşa TC a dagirker qadên Şikefta Birîndaran û Cîlo yê Biçûk ên li herêma Zê û geliyê Çil û Çar ê li herêma Xakurkê yên ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Hêzên me ji ber bomberdûmanê zerar nedîtin.”
NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê agahî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “21’ê Sibatê saet navbera 09:30 û 10:00 balafirên şer ên artêşa TC a dagirker qadên Şikefta Birîndaran û Cîlo yê Biçûk ên li herêma Zê û geliyê Çil û Çar ê li herêma Xakurkê yên ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Hêzên me ji ber bomberdûmanê zerar nedîtin.”