2’mîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn a ku li bajarê berxwedana Kobanê ev sê roje bi moral û coş berdewam dike qediya. Di konferansa ku ji gelek welatan bi beşdarbûna rêxistinên ciwanan û ciwanên partiyan ve pêk hat de pir nîqaşên girîng ji bo krîz û pirsgirekên Rojhilata Navîn hat kirin. Konferans bi encamnameyekî dawî bû.
KOBANÊ- 2’mîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn a ku li bajarê berxwedana Kobanê ev sê roje bi moral û coş berdewam dike qediya. Di konferansa ku ji gelek welatan bi beşdarbûna rêxistinên ciwanan û ciwanên partiyan ve pêk hat de pir nîqaşên girîng ji bo krîz û pirsgirekên Rojhilata Navîn hat kirin. Konferans bi encamnameyekî dawî bû. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku ev konferans çûye biryarên girîng. Encamnameya Erebî ji aliyê Telal El Asî, Kurdî jî ji aliyê Berîtan Asya ve hate xwendin.
Encamnameya Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn wiha ye:
“Konferansa me bi biryara konferansa yekemîn a ku di dîroka 2015 de li Bakurê Kurdistan Amed’ê hatibû girtin bi şiyara ‘Bi pêşengiya ciwanan berbi Rojhilat Navînek a pir reng û demokratik ve’ di dîroka 20-21-22 Sibatê de hate li darxistin. Bernameya ku di çarçoveya Konferansê de hatibû plansazkirin bi awayekî rêk û pêk pêkhat. Wek mekana Konferansê Rojavayê Kurdistan bajarê Kobanê hatibû diyarkirin. Kobanê ji ber rihê xwe yê berxwedan û serkeftinê û buyîna modelek nû ji bo derbaskirina kriza li Rojhilata Navîn di milê maddi û manewî de ji bo Konferansê buyê perspektifek. Konferansa me xwe bi fikir û felsefeya Rêberê Netewa Demokratîk Abdullah Ocalan ve xwe xwedî kiriye, ji bo pêşditinek zelal û têrker ev fikir û felsefe derfetek derxistin. Di heman demê de di konferansê me de bi niqaşên xwe yên demokratik, zanistî û sosyalîst ve li dijî zihniyeta statukoperest û serdestiya baviksalarî, rêgez û pîvanên jiyanekî alternatif a ku li Rojhilata Navîn ava bibe derxistiye holê.
Konferansê me bi tespîtên xwe diyar kiriye ku tevahî mekanîzmayên ku bi zihniyeta serdestiya zilam pêk were wê li ber azadiya civakê bibe asteng û bi polîtikayên demkî tenê wê civak were cezakirin. Di derbaskirina van pirsgirekan de jî gihîştiye biryarbûna ku di çarçoweya civaka demokratik de hemû nirxên Rojhilata Navîn ji nû ve zindî bike û bi hêza xwe jiyan û siyaseta xwe avakirinê. Rojhilata Navîna ku ji dîrok û civaka demokratik re derguştî kiriye ji aliyê zihniyet û hêzên dijberê civakê ve hatiye xwestin ku ev erdnigarî her tim di nav kaos û şerekî de bimîne û ev hewldan û lêgerîn jî armanca serdesta xwe di van axan de mayin de kirin e. Mirov dikare bêje ku di encama van êrîşan de bi van polîtikayên xwe yên olperest, mezhepperest û serdestiya zilam ve di Rojhilata Navîn a ku cudahiyên civakan ji xwe re esas digre de encam girtiye. Bi van polîtikayên xwebi parçekirina civakê ve gelan li hember hevûdu daye şerkirin jî. Ruxmê ku îro gelên Rojhilata Navîn di nav olperestî û mezhepperestî de, di nav nakokiyên bêwate de bi ferzkirinên ji bo bibin alîgirên şerê berjewendiya Statukoperestan ve rû bi rû hatine hêştin. Bi domandina polîtikayên sedsala 20’mîn ve di sedsala 21’mîn de jî bi lutkebûna Modernîteya kapîtalîst a sedsala 21’mîn ve, hêştina Rojhilata Navîn di nav şer û kaosê de di rojevê de ye. Niha di dilê Rojhilata Navîn a Kurdistanê de bi hewldanên parastin û mayindekirina berjewendiyên hêzên emperyal û hevkarên herêmî ve Şerê Sêyemîn a Cihanê tê meşandin. Ev şerê ku di axa Bakûr û Rojhilata Suriye’ya ku bûye hêviya nû ya gelan de derketiye bûye sedema şerê îdeolojîk di navbera du xetan de derkeve. Bi rêxistina çete ya DAİŞ’ê ya ku hilberîna siyaset û zihniyeta Moderniteye ve, tepisandina irade û lêgerîna azadiya gelên ku dixwazin îrade bibin stratejiya hevpar a hemû hêzên hegemonîk e. Ev jî hewldana ferzkirina projeyên xwe ji gelên ku bi van stratejiyan ve tê xwestin bêçare bihêlin e.
Kevneşopiya berxwedanê li Rojhilata Navîn ev stratejî û taktîk dahurandiyê, di 2010’an de bi pêşengiya ciwanê bi navê Muhammed Buazizi çirûska azadiyê hatiyê pêxistin û Bihara gelên Rojhilata Navîn daye destpêkirin. Muhammed Buazizi bi vê çalakiya xwe Moderniteya Kapîtalîst ya sedsala 21’emîn red kiriye û buyê talîmata avakirina civakek demokratîk ya li ser nirxên xwe ê cewherî. Bi vî rihê re girêdayî mayî û hemû nirxên civakî ji nû ve zindîkirin û çalakkirin yek ji nav bîryarên Konferansa me bû. Dîsa Konferansê me ji ber ku li qadeke ku hêzên xweparastinê YPG-YPJ ve hatiye azadkirin de pêk tê, ji ber ked û fedakariya wan em bi minetdarî û rêzdarî YPG-YPJ’ê silav dikin.
Her çiqas li welatên Rojhilata Navîn têkoşîna tevger an rêxistinên sosyalîst, şoreşger, demokrat hebe jî, pêwistî bi derxistina hêzek rêxistinkiri û şoreşger heye. Ji ber vê yekê hemû pêkhateyên Konferansê bi yek dengî û yek cepeheyê de çûn bîryardariyê. Disa di encama niqaşên konferansê bîryara rêxistinbuyîn derketiye. Ev rêxistinbuyîn wê bi şiklê meclisê pêk were. Disa di konferansê de bîrayara ku dewleta Tirk a dagirker û faşîst dijminê me yê hevpare hate dayin. Bîryar ku Ciwan wê li hemberî hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Rojhilata bi xweparastinê bersiv bidin û têkoşînê mezin bikin hate girtin. Disa wek demdirêjî fikra li darxistina Konferansa Ciwanên Cihanê derketiyê holê. Di heman demê de kesên ku dixwaztin beşdarî konferansê bibin lê ji ber astengiyan nikarîbûn beşdar bibin tekilî bi wan re were danin û ketina nava liv û tevgerê ket nava bîryaran. Ji ber ku Konferansa me li Kobanê pêk hat û ji ber mêvanperweriya gelê Kobanê em ser navê hemû delege û pêkhateyên Konferansê spasdariya xwe pêşkeş dikin.”