Li girtîgehên Xarpêt û Wanê, rayedarên girtîgehan girtiyên di çalakiya grevên birçîbûnê de ne kirin hucreyên yek kesî.
NAVENDA NÛÇEYAN – Berxwedana grevên birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên li girtîgehên herêm û Tirkiyeyê berdewam dikin.
Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Xarpêtê ye. Li Hejmarên 1 û 2 yên Girtîgeha Xarpêtê 12 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene. Li gorî agahiyên parêrzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz, rayedarên girtîgehê girtiyên di greva birçîbûnê de ne, kirine hucreyên yek kesî. Hat diyar kirin ku rayedarên girtîgehê, berê jî wisan li girtiyan kiribû û li ser îtîraza parêzeran Cengaver Aykûl ê kiribûn hucreyê, kiribûn qawîşê.
Li aliyê din, li gorî agahiyên parêzeran, rayedarên Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê jî, girtî Bahtiyar Kemal Hasan ê ji 16’ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye, kirin hucreya yek kesî. Parêzeran, destnîşan kirin ku ewê vê pêkanîna girtîgehê bişopînin.
Navê girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê yên di greva birçîbûnê dene wihane:
* Li Hejmara 1’emîn; Metîn Serhat, Harûn Alkan, Mûsa Candemîr, Îsa Eşsîz, Murat Ergen û Ergûl Tuncay.
* Li Hejmara 2’yemîn; Cengaver Aykul, Serkan Eren, Ahmet Tekîn, Yasîn Gungor, Reşît Teymûr û Mahsûm Ceylan.