Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatî destpêkirin ji aliyê koma 24’emîn ve hate dewir girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di roja 70’yan de ji aliyê koma 24’emîn ve hate dewir girtin. Kom ji 7 kesan pêk tê. Merasîma dewigirtinê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok ku 35 roje di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye axivî.
‘Heta dawî wê têkoşîna me bidome’
Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok bal kişand ser çalekiyan û got: “Çalekiya greva birçîbûnê ya ku di pêşengiya Leyla Guven de hatî destpêkirin û di demek kurt de belavî hemû qadan bûyî silav dikim. Heta dawî wê têkoşîna me bidome.”
Piştî Fadîle Tok berdevka koma 23’emîn Dr. Medya jî li ser navê axivî û xêrhatina koma nû kir û bal kişand ser berxwedanên îro li her dera Kurdistanê tê kirin. Dr. Medya diyar kir ku wê ev çalakî heta serketinê berdewam bike.
Merasîma dewigirtinê bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ bi dawî bû.