LEZGÎN – Ji HPG’ê li Agirî û Şirnex’ê çalakî

Gerîlaya HPG/YJA-Starê li bajarê Şirnex û Agiriyê li dijî hêzên dagirker ên artêşa Tirk çalakî li dar xistin.

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li Şirnex û Agiriyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye;

‘HÊZÊN ME LI ŞIRNEXÊ LI YEKÎNEYA VEŞARTÎ XISTIN’

“Roja 19’ê Sibatê hêzên me li herêma Korê ya Çiyayê Cudî yê Şirnexê yekîneyekî veşartî ya artêşa TC’ê xist bin kontrola xwe. Piştî şopandina demekê heman rojê saet 14:00’an hêzên me êrîşî yekîneya veşartî kir. Di çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate tespît kirin.

Roja 20’ê Sibatê artêşa TC’ê li herêma Deriyê Berana, Deriyê Wara û Navser a Çiyayê Cudî bi helîkopteran leşker danîn û operasyon da destpê kirin. Operasyon heman rojê saet 21:00’an bêyî ku encamekê bigre paş ve vekişiya.

LI DIJÎ WESAYÎTA ZIRXÎ ÇALAKÎ HATE KIRIN

Roja 21’ê Sibatê hêzên me saet 14:30’an li ser rêya Gundê Zorava yê navçeya Bazîd a Agiriyê li dijî wesayîteke tîpa kobra ya artêşa TC’ê çalakiya sabotajê lidarxist. Agahiyên vê çalakiyê piştî ku diyar bûn wê bi raya giştî re were par ve kirin.”

Nivîsa Pêş