Hêzên Rizgariya Efrînê ragihandin ku şervanên wan 22‘yê Sibatê li derdora gundê Kil Cibrîn ya girêdayî Ezazê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de seyare hat rûxandin û çeteyek hat kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser mijarê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê ev agahî hatin parvekirin;
“Çalakiyên bi bandor yên şervanên me ku li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên li Efrînê û derdora wê bicîh bûne li dardixin, berdewam dike. Di çarçoveya van çalakiyan de;
Di dîroka 22’ê Sibatê de şervanên me li derdora gundê Kil Cibrîn ya girêdayî Ezazê li dijî seyareyeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku têde bûn hedef girtin û çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de seyare hat rûxandin û çeteyek hat kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.”