Buroya Ciwanan a PYD‘ê ya kantona Qamişlo di çarçoveya amadekariyên lidarxistina kongreya giştî de, civînek li dar xist.
QAMIŞLO – Buroya Ciwnan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya kantona Qamişlo di çarçoveya lidarxistina kongreya xwe ya giştî de, civîneke berfireh li Akademiya Şehîd Yekta Herekol a navçeya Tirbespiyê li dar xistin.
Encamên buroyên ciwanan ên PYD‘ê li herêmên kantonê (Qamişlo Rojhilat û Rojava, Tirbespiyê, Amûdê, Çilaxa, Girkê Legê, Til Hemîs û Dêrik) beşdarî civînê bûn.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Paşê Hevseroka Buroya Ciwanan a PYD‘ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ahîn Elî bi bêrxistina ciwanan kir û rola wan a serkeftina şoreşê destnîşan kir.
Ahîn diyar kir ku Kongreya Giştî ya Ciwanan dê di sê mehên pêş de were lidarxistin û got: “Pêwîste hemû beşdar nêrîn û pêşniyarên xwe bînin ziman da ku kongre bi serkeve. Ji ber ku her kes ji xizmeta civakê berpirsyar e.”
Paşê, beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe ji bo kongre anîn ziman. Nêrîn û pêşniyar dê kongrê de werin nîqaşkirin.
Civîn bi dirûşmeyên azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.