Buroya Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyeya şaxê herêma Efrîn, xwendekarên ku di werza yekemîn de bi serkeftine, bi şahiyekê xelat kirin.
ŞEHBA – Bi dirûşmeya “Ji Perwerdeyê re erê” Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê herêma Efrînê, bi şahiyekê Xwendekarên ku di werza yekemîn a sala perwerdeyê de bi serketine xelat kirin. Şahî li Hola Hawar a navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê bi amadebûna bi sedan xwendekar, endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk hate lidarxistin.
Piştî deqeya rêzgirtin, Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Şaxê Efrînê Xelîl Hesen û endama Buroya Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriya Nûra Cimo axivîn.
Di axaftinan de têkoşer Egîd Cilo ku roleke mezin di pêşxistina zimanê Kurdî û rêxistinkirina Mamosteyan de lîst hate bi bîranîn û hêviya ku bighêjin astên bilindtir ji Xwendekaran re hate xwestin.
Endamên partiyê yadîgerî pêşkêşî Xwendkarên serkeftî kirin. Şahî bi helbest, stranan û gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.