Pirtûkxaneya Lîlavê ya ku bi zêdeyî 5 hezar cureyên pirtûkan dê xizmetê bide, deriyê cihê xwe yê nû ji xwînerên xwe re vekir.
NAVENDA NÛÇEYAN- Pirtûkxaneya Lîlavê ya ku bi zêdeyî 5 hezar cureyên pirtûkan dê xizmetê bide, deriyê cihê xwe yê nû ji xwînerên xwe re vekir. Pirtûkxaneya Lîlavê li cihê xwe yê nû dê pirtûkhezan pêşwazî bike. Piştî ku pirtûkxane vekirin, welatiyên ku beşdarî vekirinê bûn li gelek pirtûkan nihêrtin û kirîn.
Pirtûkxaneya Lîlavê hem di qada wêje, felsefe, dîrok, çand, lêkolîn, derûnî, civakî, siyasî û ziman de hem jî bi kovarên mehane gelek cureyên pirtûk û kovaran digîne xwînerê xwe. Li qada xwe ya duyemîn jî ji bo xwîner karibin rûnên û hem bêhna xwe bidin û hem jî pirtûkan bixwînin xizmeta çay û vexwarinên cuda jî dide xwînerê xwe.