“Lîga Fitbolê Ya Bi Navê, Şehîd Elî Çîçek û Şehîd Hesên Şirnex Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, Hati bû Destpekirin Berdewame.”
MEXMUR – Lîga fitbolê ya bi navê Ş.Elî Çîçek û Ş.Hesen Şirnex’a kû 01 sibata 2019 hati bû dest pekirin, berdewame. Ciwanên wargehê bi eleqedarbûyînek pir xurt beşdar bûyîna xwe ji lîgê re çedikin. Her wiha liga hatî destpekirin ,rojên În û Şemiye tê lîstandin. Lîg ne tene bi ciwanên wargeha Ş. Rustem Cûdî ve sinordar nine, ciwanên Başurê Kurdistanê jî Beşdarbuyîna xwe ya ve lige re çedikin. Endamê Komîteya Sporê ya ,Tevgera Ciwanên Mexmûr Dijwar Kara ,li ser navê komita amadekarê lige ajansame ya Nuçe Ciwan re derheqe lige axifî. Dijwar Kara got ku; “Em wek komita sporê ya tevgera ciwanên Mexmûr ,liga kû me daye destpekirin ,ne tenê ji bo ciwanên wargehê heman demêda ji bo ciwanên derveyê wargehê jî me daye destpekirin. Her wiha em di pevajoyek ,bi berxwedanî û bi çalakiyên girevên birçîbuyînê re derbas dibin. Em ji bi xebatek bi vî rengî piştgiriya xwe ,didin diyar kirin.”
“PERGALA KAPÎTALÎZMÊ ,MEJÎ Û RİHÊ CİWANA PÛÇ DİKE”
Her wiha dijwar da diyar kirin kû ;”Kapitalîzm ,dixwaze kû bi reya sporê mejî û rihê ciwana pûç bike. Sporê her wiha bi her cûre aktîvîteya dixwaze kû rihê Serî rakirina ciwana ,enerjî, aktîfbuyîna ciwana nehelê wek robota li ciwana bike. Pergala kapîtalizmê ,dixwaze kû ciwana bigre nava xwe û bifetisîne. Armanca me wek , komita sporê ya tevgera ciwanên mexmûr di bin sevanê pergala KCK de em ciwana rexistin bikin û jiyanek hin tenduristitir bidin peşiya wan.”
NC/Mervan HÊVÎ