Ji 3 kesên li Îzmîr, Çanakkale û Stenbolê hatin destgîrkirin û ew anîn Amedê, 2 kes hatin girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Kesên bi navê S.D, B.B û M.K di çarçoveya operasyona Midûriyeta Şaxê li dijî Terorê û Fermandariya Jendermeyan a Bajarê Amedê de, li Îzmîr, Çanakkale û Stenbolê hatibûn destgîrkirin. Her sê kes li Amedê sewqî dadgehê hatin kirin.
Dadgeha Tirk bi îdîaya “endametiya rêxistinê” biryara girtina S.D û M.K da. Kesê bi navê B.B jî bi şertê kontrola edlî berda.