Artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînorê di navbera Bakurê û Rojavayê Kurdistanê şevê din bi guleyan gundê Zorava yê rojavayê bajarê Kobanê (5 km) kir hedef.
KOBANÊ- Artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînorê di navbera Bakurê û Rojavayê Kurdistanê şevê din bi guleyan gundê Zorava yê rojavayê bajarê Kobanê (5 km) kir hedef.
Şêniyên gund diyar kirin ku gulebaran nêzî nîv saetê dewam kir.
Her wiha hat ragihandin ku tu agahî der barê encamên gulebaranê nehatine bidestxistin.
Di mehên dawî yên 2018`an artêşa Tirk a dagirker bi topan êrîşî gundên li ser sînor kirin. Di encamê de 3 şervanên QSD`ê û zaroka bi navê Sara (6) şehîd bûn.