Balafirên şer ên Tirk bombe li qadên Zê û Xakurkê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber êrîşê tiştek bi hêzên gerîla nehat.
NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand, 23’ê Sibatê balafirên şer ên artêşa TC a dagirker saet 20’an qada Çemço ya herêma Zê û saet 21’ê jî qada Ermûşê ya Xakurkê bomberdûman kirin.
HPG’ê diyar kir, ji ber bomberdûmanê zerar negihîştiye hêzên wan.