Li navçeya Kelar a ser bi îdareya Germiyanê ciwanê bi navê Herêm Mehmud li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbunê ya bêdem û bêdorveger kir. Herêm bang li kesên azadîxwaz kir da ku piştgiriyê bidin çalakiyên greva birçîbunê.
NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiyên greva birçîbunên yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan berdewam dikin. Çalakî her ku diçin berfirehtir dibe. Bi vê boneyê îro Herêm Mehmud ku bi xwe endezyare (muhendis) li ofîsa xwe ya navçeya Kelar a ser bi Germiyanê, li dijî tecrîda ser Ocalan û ji bo piştgiriya çalakvanên di greva birçîbunê de, dest bi çalakiya grevê ya bêdem û bêdorveger kir.
Herêm Mehmud li ser armanca çalakiya xwe axivî û got: “Armanca çalakiya min piştigiriya ji bo çalakvanên di greva birçîbunê de û şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Rêber Apo ye. Çalakiya heval Leyla Guven 109 roj li peyxwe hişt. Nasir Yagiz jî bi heman armancê 96 roje dinava berxwedanê deye. Herwiha armanca min ewe ku ez îradeya hemû civaka azad û welatparêz bihêz bikim. Li ser vî bingehî min îro dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger kiriye. Heya ku tecrîd neyê şikandin wê çalakiya min jî berdewam bike.”
Herêm bang li kesên azadîxwaz kir û got: “Ji bo bi hêzkirina doza rewa ya gelê Kurd divê her kes piştgiriya çalakiyan bikin û bê berfireh kirin. Bi heman armancê pêwîst herkes ji bo ku tecrîd were rakirin zextê li desthilatdarên herêmê û dewletên dagirker bike. Ji ber ku tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser îradeya gelê Kurd û gelên herêmê ye.”