Li gorî agahiyên parêzeran dane, navê kesên hatine berdan, wiha ne, Sefer Hisên Hacî, Feyzî Rezamend, Emîn Têlî, Yusif Têlî, Erkan Mihemed, Mihemed Şîno û Felah Kerîm Xan bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî agahiyên Tora Parezerên Xwebeşx dane îro ji kesên ku li Behdînan ji ber raperîna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hatine binçavkirin 7 kes bi kefalet hatin berdanê.
Ji kesên hatin binçavkirin hîn 6 kes nehatine berdan. Takur Zerdeştî, Şêrwan Şêrwanî, Rêkan Reşîd, Mela Emîn Oremarî di nava kesên nehatine berdan de ne.
Li gorî agahiyên parêzeran dane, navê kesên hatine berdan, wiha ne, Sefer Hisên Hacî, Feyzî Rezamend, Emîn Têlî, Yusif Têlî, Erkan Mihemed, Mihemed Şîno û Felah Kerîm Xan bûn.
Takur Zerdeştî, Şêrwan Şêrwanî, Rêkan Reşîd li Asayîşa Dihokê tên hiştin û rê nayê dayîn malbat û parêzer bi wan re hevdîtinê bike.