Bav û bapîran gotine: “Dewleta Tirk dijminê Kurdan e, bawerî pê nabe.” Bêguman mebest ne gelê Tirk e, gelê Tirkmen bixwe jî rastî wan kiryarên faşîzan hatine, gel jî wiha nahizire, lê ji desthilatî û yên wan piştgirî dikin bi hêrs in.
Ji beriya şerê Cîhanê yê duyemîn û heta piştî serxwebûna Sûriyê(1946’an) li Rojava bêdeniyek serwer bû. Tê zanîn rêze serhildanên ku li Bakurê Kurdistanê radibûn ji ber hovîtiya dewleta Tirk, hemû bi binkeftinê bi encam dibûn. Li aliyê Rojhilatê Kurdistanê Komara Mahabadê şikestin xweribû, tevgera başûrê Kurdistanê li ser riya penaberiyê bû. Gelê Rojava bi şikestinê re rû bi rû mayîna serhildanên Kurdan a bi hovîtiya dewleta Tirk re ji şahîdî halê ew bûyer jiyan kiribûn (yên weke Nûrî Dêrsimî, birayê wî, Haco Beg, Osman Sebrî û gelekên din) û piştre penaberî binxetê bûbûn dibihîstin. Dibîstin çawa rêberê tevgeran li qadan yek bi yek dihatin darvekirin. Bûyerên Geliyê Zîlanê, Newala Qesaban, Komkujiyên Dêrsîmê, Komkujiya Ermeniyan û kuçkirina bi sed hezaran di bîra civaka Rojava de cihê xwe girtibû. Ji wê zêdetir lehiya koçberên Ermenî yên ku di qirê re derbas bûbûn tenê jin, zarok û kalepîr jê mabûn, ma ne xwe spartibûn wan? Hovîtiya dagirkeriya Tirk bi çavên serê xwe dîtibûn. Lewma li beramber kiryarên Roma Reş bi hêrs û kîn bûn. Ev tev di bîra civaka Rojava de hatibû tomarkirin. Bav û bapîran gotine: “Dewleta Tirk dijminê Kurdan e, bawerî pê nabe.” Bêguman mebest ne gelê Tirk e, gelê Tirkmen bixwe jî rastî wan kiryarên faşîzan hatine, gel jî wiha nahizire, lê ji desthilatî û yên wan destek dikin bi hêrs in. Van bûyerên trajîk ji milekî ve hestên kîn û tolsitandinê ku rojek were tola xwe ji vî neyarî rabike, ji aliyê din ve jî ji ber şikestinên li pey hev, bêdengî û bê hêviyek ava kiribû. Dewleta Osmanî berê ax û milkên dewletê yên desteser kiribû, li serok eşîr û axeyan belavkiribûn, axa çav û guhên desthilata wê demê bûn, çi tiştê biqewimiya dewlet jê haydar dikirin. Ev desthilata vekirî dihişt ku axa zor û zulmeke mezin li xelkê belengaz bikin. Her axayekî bi dehan gundê wan hebûn, navçeyek bi destê yek an du axayan de bû, çi bigotana ew derbasdar bû. Di bin serweriya her derebegekî de formalîte be jî dadgehek taybet, zindanek û peyayên wî yên ku gotinên wî bi detayan ve pêk dihanîn hebûn. Ew desthilata derbegan heta dawiya salên pêncî berdewam kir, lê piştî zagona çaksaziya erdên çandiniyê, ku piraniya erdên wan ji dest girtin têk çûn. Di mijara planên dewleta Tirk a li ser herêma Efrîn salên 1930 ? 1940’î de helwesteke hin axeyên wê herêmê hebû, ew jî li kêleka Fransayê li dijî Tevgera Murîdan derketin. Çavên Tirkiyê di Efrînê de bû ku weke Îskenderûnê bi ser xwe ve bixe. Ji bo vê yekê di bin navê ol(Neqşîbendiyê) de kesê bi navê Îbrahîm Xelîl(Şêx Efendî) ku di artêşa Osmaniyan de generalek bû, hatibû erkdarkirin ku wan planan pêk bîne. Her çend li Şamê û bajarên din liv û lebateke rewşenbîran hebû, hinekî çavên gel vebûbûn, lê li gund û navçeyan nezanî serdest bû. Di wan salan de axa, derebeg serdestê civakê bûn, asta xwendinê hema hema nebû. Herêmeke weke Cizîrê an jî Efrînê yan jî herêmeke din, heger dibistanek du hebana jî zarokên axa û serok eşîran lê dixwend in. Li navçe û gundan, carina nameyek an jî belgeyek ji yekî re dihat, li navçe û herêmê tev digeriyan ku yekî bibînin da ku nameyê ji wan re bixwîne. Li gundan çîna karker û cotkar li ber destê axayan kar dikir in. Bi nanzikî dixebitîn, ewlekariya canê xelkê nebû, dewlet lawaz ketibû, desthilata xwe bi axeyan dimeşand, nezanî pir bû. Mejiyê zarokan bi çîrokê cinan, yên olî û tiştên nayên bawerkirin dadigirtin. Di wê demê de çi şîretek bihata kirin, bi çîrokeke olî an jî xûrfatên(tiştên nayê bawerkirin) tirsdar dihat şîretkirin. Dihat gotin, heger ku te aveke germ bi erdê de birjanda û tu ji piya ba, diviya te xwe ber bi jêr xwar bikira û bi hêdî birjanda, ji bo ku cin wê avê bi ser te de navêje ku tu jî bibî cin an jî bi aliyê wan de bê kişandin. Heger ku te neynokên xwe bi şev bibiriya, mîna ku te neynokên cinan biriyê dihat nas kirin. Heger ku te di ketina malê de bida fîtikan, ew dihat wê wateyê ku te hemû melayîke ji malê dane revandin. Çênedibû jin êvaran malan bimalin, bi taybetî rojê pêncşemê êvaran, te bi wê yekê melayîke ji malê didan revandin. Dema hîv dihat girtin, hemû gel diket alarmê, yê ku tepanceya wî, an jî çifta wî ya nêçîrê heba; derdixist û ber bi hîvê dikir da ku Hût(sêgmasî) bikuje. Zarokên biçûk jî çoyek dixistin destê xwe û pê li teneke an jî qoşqane û beroşan didan da ku dengê teqreqê derxin bo ku Hût bitirse bireve. Cuma Qadirê ku di navbera salên çilî û pêncî de zorok bû, bîranîneke xwe wiha tînê ziman: “keça cîranê me bi yekî ji gundekî din ê dûrî bajêr re zewicî. Carekê ew li gel hin jinên din ji bo ku êzingan kom bikin diçin çolê. Di rê de bi carekê de stûyê wê req dibe û bi milekî de xwer dibe û êdî nema dizivire. Piştre; ji ber wê yekê ew jin dimire. Şîroveya li ser mirina wê ev bû: “Di dema çûyîna êzingan de cinan firavîn dixwarin, pêl sufreya cinan kiriye, yekî ji cinan sîleyek li rûyê wê daye, stûyê wê xwer bûye û miriye.” Dema mirî dimirin gelekan normal miriyên xwe radikirin, lê hinekan jî bi merasîmên olî radikirin. Lewma di dema binaxkirinê de bangî şêxan dikirin, şêx bi al, sencaq û erbaneyên xwe dihatin û destpê dikirin li erbaneyên xwe didan, pê re yên al rakirine di cihê xwe de neditebitîn her dihejiyan, dihat gotin ku wexta yên al rakirine bi rituela olî re dibûn yek, alên di dest xwediyên de difiriyan, dema wiha dibû, Şêx bi îlmê xwe bang dikir, al carek din li xwediyên xwe vedigeriyan. Bi çîrokê cinan şevê zivistanan ên dirêj derbas dikirin. Heger hebaya û mirov bikarîba psîkolojiya wan zarokan piştî mezinbûnê bixista ber lêkolîn dahûrandinê dê derketa holê ka ew çîrokên metirsîdar çi kesayet ava kiriye. Ji ber nebûna derman û doxtoran rewşa zarokan di aliyê tenduristî de di wan salan de gelek xirab bû, hejmarek pir ji zarokan dimirin. Eger ku nemirana jî ji ber kêmxwarinî û birîçîbûnê rûbirûyî mirinê dibûn. Doxtoreke jinan an jî hemşîreyek tunebû. Di aliyê çand û ziman de kêm be jî hinekî xwe parastibûn. Gel bi cil û bergên xwe ji hev dihatin naskirin. Erebên bedo bi kiras û egala xwe. Helebî bi kumên xwe yên sor. Jinan piranî fîstanên Kurmancî li xwe dikirin, jinên navsal kofiye didan serê xwe, mêran şerwalê reş û kurtikê spî bi ser de jî çakêtê bêmil(yelek). Havînan kumên spî yên tentene û zivistanan jî kumê rîsî didan serê xwe. Cilên wan cihê serbilindî û şanaziyê bûn. Beriya salên pêncî li gund, navçe û bajarokan nakokiyên olî, mezhebî di navbera civakan de pir zêde nebûn. Sê çar ziman, çand, ol û baweriyên ji hev cuda di gundekî de jiyan dikirin. Rêz û hurmeta olan ji pirtûkên hev re bebû, jiyaneke civakî ya xwezayî ya dûrî xapandin, dek û dolan serwer bû. Di şîn û şahiyan de xwedî li hev derdiketin, mêvanên hev li malên xwe dikirin mêvan. Divê em vê jî bêjin ku ew taybetmendiyên me jor behs kir, hemû jî herêmeke weke Efrînê û herêmên din pêk dihatin. Di aliyê civakî de Efrîn hinekî din ji herêmên Kobanê û Cezîrê vekirîtir bû. Jin li Efînê hinekî din azadtir û xwedî rol bû. Çi li mal ba çi jî di şevên êvarê yên şahiyan de têlîlhevbûn(mebest jin û mêr ) tiştekî asayî bû, her wiha li nava kar û zeviyan. Derfetên hevdîtina kur û keçan ji bo ku hev nas bikin û hev hilbijêrin zêde bûn. Li nava bexçe, çi li zevî an jî şahî û dawetan ku weke îro têkil hev bû, destên keçan diketin destê kuran. Lê car din ramanên eşîrî û kevneşopiyên paşverû serdest bû. Reva keç û kurekî bi hev re bi kuştineke bêrehm a her du ciwanan bi dawî dibû. Li aliyê Cizîr û Kobanê serdestiya eşîrî hîn xurtir bû, lewma feodalbûn hinekî din li pêş e. Serwerî di destê zilam de bû, jin zêde dernediket pêş. Gel ziman û çanda xwe parastibû, piraniya Kurdan Erebî nizanîbû, zanîbana jî pir lawaz bû
Bi zextên Brîtaniya û şerên li hundir li dijî Fransayê pêşketin re Fransa neçar ma di sala 1946’an de ji Sûriyê kişiya, hukumeteke ji Ereban pêkhatî li pey xwe hişt. Ew şerên li dijî Fransayê li hundir pêk hatin Kurd jî di nav de, hema hema hemû pêkhateyên Sûriyê cihê xwe di nav de girtin. Tevî ku Kurd jî beşdarî serxwebûna Sûriyê bûbûn, mil bi mil li kêlekê gelê Ereb û pêkhateyên din ên Sûriyê şer kiribûn, lê mafên wan ne di aliyê huqûqî de û ne jî di aliyê destûrî de nehatibû nas kirin. Berovajî cur be curiya netew, çand û gelên Sûriyê paşguhkiribû û dewleta Sûriyê weke beşekî ji Umeta Ereban dabû zanîn. Bi vê yekê beşekî girîng ê(Kurd) tevna niştimanî ya Sûriyê li derveyî jiyana siyasî hiştin. Hukumeta Niştimanî ya Sûriyê mafên ku ji Durzî û Elewiyan re naskiribûn ji Kurdan re nasnekiribûn. Wê yekê jî nîşan dida ku rewşa Kurdan ber bi tuneleke tarîtir de diçû. Bi paşguhkirina Kurdan a pişt avabûna hukumetê diyar bû ku siyaseta taybet li ser kurdan tê meşandin, wê jî dê rê vebikira li pêş pirsgirên ku rûbirûyî hukûmetê bên. Piştî tevliheviyan di encamê de du partî hatin avakirin(Partiya Niştiman û Gel) tu rê û rêgezeke van partiyan nebû, piraniya van xwe dispartin ên xwedî erdê mezin û serok eşîran. Lê di pey re ew xwendekarên ku di dibistana leşkerî de xwendibû derdikevin pêş û artêş însiyatîfê digire destê xwe. Li aliyê din piştî dewleta Îsraîlê tê avakirin ev desthilata ser bi Suniyan tê dûrxistin. Rêberê Gelê kurd ji bo vê pêvajoyê wiha nivîsiye: “ Ji ber statukoya destpêkê çêkirin diyar bû ka wê bi serê xwe rê li ber pirsgirêkên çiqasî cidî veke. Jixwe dewleta Sûriyeyê ji 1920?an ve bi tu awayî nebû normal û neket riyekî. Hê jî bi awayekî fermî bi îdareya orfî tê birêvebirin. Xwedî sîstemeke destûrî ya ku civak li hev kiribe, nîne. Beşekî mezin ê Kurdan hê nebûne welatî jî ango ji aliyê huqûqî ve bi hukmê tunene têne hesibandin. Jixwe yên mayî jî tu heqekî wan ê qanûnî, çandî, ekonomîk, îdarî û siyasî tuneye. Rewşa Kurdan pêşî ji ber berjewendiyên mandater ên Franseyê û paşê jî ji ber berjewendiyên milî yên Ereb ji statuya mêtingehê jî gelekî paşdetir e û li ser hebûna wan (mîna sîstema dewleta netewe ya Tirkî) pêvajoya înkar, îmha û qirkirina çandî hatiye destpêkirin. Ev statuko li gorî hesabên tawazunê yên desthilatdariyên hegemonîk, bi guhertinên qismî, lê di encamê de bi awayekî bêhtir mezinbûyî heta roja me ya îro dewam kiriye.“Rêbertî bal dikşîne ser bêdadî û nerewbûna avakirina destpêkê ya sîstema Sûriyeyê. Armanc ne ew bû ku destûrekî ku hemû beşên civakê bigire nava xwe ava bikin, bi kê re ava bikin, kê derxin pêş, her tişt berê hatibû plankirin. Her çendî hukumet hebûn jî lê alozî û pirsgirêk kêm nebûn. Ji ber faktorên hundir û yên derve, wê hukumetê zêde dirêj nekir, di demeke kin de sê darbeyên leşkerî(inqîlab) li ser hev di sala 1949’an de destpê kir. Li aliyekî her kes ketibû derdê bidestxistina zêdetir kursiyan. Li aliyê din hukumet piranî ji Suniyên xwedî nifûzeke bazirgan a xwedî erdên pir bû, wan dixwest sîstemeke mîna derebegan ava bikin.