Ciwanên Endamên Tevgara Ciwanên Şoreşger li qada Trocadêro çalakî pêkanî.
PARÎS- Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo armanca piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li qada Trocadêro çalakî pêkanî.
Di çalakiyê da bi zimana Frensî panqarta “Kurd di greva birçîbûnê de ne, di navbera mirin û jiyanê de, deng bidin” vekirin. Ciwanan di çalakiyê de diruşmên “Qatil Erdogan” berz kir û belavok belav kirin.
Çalakiya ciwanan bi merşa Çerxa Şoreşê dawî bû.