NAVENDA NÛÇEYAN
Azadî, xwestina jiyana azad, bi enerjiya ku mirov, civak, xweza û gerdûnê pêk tîne re têkîldar e. bi pêşketina fizîka kuantûmê û felsefeyê re perdeya mija li ser têgihîştina mirov her ku diçe çareser dibe. Tê fahmkirin ku dîroka mirov ya nepenî ji dîroka ku îro tê zanîn zêdetir e. Anîmîzm û felsefeya kuantûmê he ku diçe nêzîkî hevdû dibin, heta tê fahmkirin ku her du yek in. Ji ber vê sedemê ji bo ku em bigihîjin heqîqeta azadiyê, ewilî wekî mirov, wekî civak divê em hay ji nasnameya xwe ya dîrokî-çandî, xwezaya xwe û wê enerjiya ku her ku diçe gerdûna me pêk tîne hebin. Lê belê divê em dîsa hay ji hemû hêzên îktidarparêz-dewletparêz ku me bi koletiyê dorpêç kiriye jî hebin. Divê em bizanin ku di civaka dîrokî de nakokiya eslî di navbera civaka di mihwera jinê de û hêzên îktidara mêraqil de hatiye jiyîn. Yên ku erênaya koletî-azadî afirandine, hêzên îktidarê ne. Divê em dîroka îktidarê-dewletê, çanda ku afirandiye, rizandina ku bi gotina jiyana modern bi pêş xistiye bibînin. Divê em jiyana ku xwe hew dispêre jiyana maddî, pere, saziyan, pêwîstiyên laşî nepejirînin. Divê em pevçûna azadiyê ewilî di ramana xwe de, di ruhê xwe de hêza xwe ya wate û şîroveyî de bi dest bixin. Eger ku fikra me, ruhê me ne azad be, em ê tu carî azad nebin, nikaribin azad bijîn. Carekê tenê be jî em bifikirin ku em kî ne, çanda me, nirxên me yên civakî ku em anîne hebûnê çi ne, em dê hay ji gelek tiştan bibin. Peyva hayjêbûnê di hêjabûna mûcîzeyê de ye. Lewra em bêyî ku hay ji xwe hebin ketine berên pêlên jiyana ku pêşkêşî me hatiye kirin û diçin.
Eger em li wateya vê hevoka efsûnî têbigihîjin, bergeha xwe biguherînin, em ê gaveke ber bi heqîqetê ve bavêjin. Em ê têbigihîjin ku heqîqet bi hezar û yek hîleyan ji aliyê hemû saziyên îktidarê ve tê veşartin, em bizanin ku cîhana akademiyê, medya ji bo vê yekê gav bi gav şerê psîkolojîk birêve dibe, hemû daneyên ku pêşkêşî me tên kirin ne heqîqet bi xwe ne. Em dê fahm bikin ku ew tiştên ku wekî dîroka mirovahiyê, dîroka ramanê, dîroka civakê têne pêşkêşkirinê çiqasî hatine tewişandin, di parzûka îktidarê ya îdeolojî re derbas bûne. Em çiqasî ji jiayana maddî, ji bedenê, ji pêwendiyên dozînan xelas bibin, em ê bibînin ku wê enerjiya mirov aniye hebûnê di ramanê de tîr dibe û em ê ber bi azadî û heqîqetê ve gavekê bavêjin. Ji vê bergehê ve divê ewilî em hay jê hebin ku em çawa dijîn û cesaret bikin ku bifikirin. Divê em amade bibin ku her ku çiqas bifikirin ewqasî bibin rewiyê heqîqetê. Ji bo vê yekê ne pêwîst e em cîhana xwe, civaka xwe terk bikin. Ya ku divê were terkkirin, tiştê ku hatiye dayîn bê pirs û sewal pejirandin e. Eger ku em amade bin bibin rêwîyê heqîqetê, divê em pirsa yekem ji xwe bikin. ez kî me, bi fikir, ruh û bedena xwe li gerdûnê çi îfade dikim? Wekî mirov, di civakê de, di xwezayê de wateya min çiye? Her tiştê ku ez hîn bûme, dizanim rast e gelo? Kî biryar dide ku ez ê çawa bijîm, çawa bifikirim, çawa tevbigerim? Qanûn ji bo azadiya min hene, an jî ji bo bi hemû saziyên xwe îktidara dewletê biparêzin hene? Ji bo çi yê ku ji rojbûna min heta mirina min yê ku di derheqê her tiştê min de biryar dide ne civaka min, çanda min, nirxên min in, lê dewlet-îktidar bi xwe ye? Wekî ferd û civak çima ewqasî bêparastin im, nikarim xweyî bibim û di derheqê jiyana xwe de biryar bidim?
Ez bi çi awayî dikarim, li dijî kodkirinên hiquqî yên dewletê, ehlaqê xwe yê civakî hêzdar bikim? Ez bi çi awayî dikarim, bifikirim, biryar bidim û saziyê xwe ava bikim, polîtîkayê û siyaseta demokratîk bi pêş bixim? Em dikarin pirsan zêdetir bikin. pirs pirskirin û bersiva wan di xwe de gerîn, ji bo bi pêketina heqîqetê gavên yekemîn in ku tê avêtin. Lêgerîna heqîqetê, lêgerîna azadiyê ye. Divê ev yek gavekê tenê jî neyê jibîrkirin, bi sebreke mezin, bi hêza wateyê şopa heqîqetê were şopandin. Eger em dizanibin ku heqîqet heye, tê jiyîn û ji bo jiyanê nirxandina hemû îhtimalên xwe di çêbûna xwe de bi berdewamî diafirîne, em ê di lêgerîna heqîqetê de nekevin bêhêvîtiyê, em ê xwe qet bêçare hîs nekin. Ji bo lêgerîna azadî, heqîqetê diyardarîkirina mekan tune ye, lê belê aliyekê mekan yê azadker jî heye. Em di kîjan mekanî de bin jî, kes nikare bibe asteng ku em azad bifikirin, heqîqetê bibînin. Bedenên me werin esîrkirin jî, wekî civak em di bin mercên esaretê de werin girtin jî, nikarin fikrama me ya azad, ruhê me teslîm bigrin. Di dîrokê de mînakên vê yekê gelek in. Eger em wekî civak tune bin, îktidar û dewlet jî nikare hebe. Îktidar û dewlet nebin jî em ê dîsa hebin. Divê em vê yekê qet jibîr nekin. Eger azadiya mûtleq û heqîqet taybetî yê mirî be, yanî biyekbûna bi enerjiya gerdûnê re û gihaştina nîrvanayê be, wê çaxê tiştê divê were kirin wekî ferd û civak divê em bigihîjin wate, hêza enerjiya jiyana xwe. Eger bingeha me hemûyan erênaya enerjî-maddeyê be û derbaskirina sînorên madde û bedenê azadiya bêsînor dide me, tiştê ku dikeve ser me derbaskirina hemû sînoran, bi astengnedîtina mekan, dem û hemû mercan, bi azadî û bi watedarî jiyan e. Tu kes nikare yekî ku dixwaze bibe lêgerînerêm azadiyê asteng bike, nikare biryar bide ku dê çawa bifikire, çawa bijî. Bo mînak eger ku em endustriyalîzmê wekî qetilkirina heqîqetê, qedandina xweza-civakê dibînin, wê demê divê em qadên xwe yên jiyanê û îmkanên xwe biafirînin. Em dikarin berê xwe bidin cotkariyê, axa xwe, ava xwe, enerjiya xwe ya xwezayî. Em dikarin bi pêzanîna ku ya wekî jiyana modern tê pêşkêşkirin bi hejar û yek dilqî wekî heqîqetê tê dîktekirin, heqîqetê nasêwirîne, jiyaneke sade-bi rûmet û bijarte hilbijêrin. Jin an jî mêr bêciyawazî dûrketina ji cihana kozmetîkê ku xwezaya me, bedena me tehrîb dike jî girîng e. Bi guhertina têgihîştina xwe ya estetîkê em dikarin têbigihîjin ku ya estetîk û xweşik, ya xwezayî, sade û ji her cure makyajan dûr e. Divê em ji temenê xwe yê li gerdûnê şerm nekin, ne pêwîst e em ji bo veşartina vê yekê têkevin kompleksan. Her tayekî spî ku ketiye porê me, her qermîçokek ku ketiye ser rûyê me, temenê me yê li gerdûnê ye divê em vê bi serbilindî hilgirin. Ne ji bo xapandina xweza-gerdûnê ne ji bo xapandina xwe û ji bo peyreviya jiyana ku tê gotin modern qîmeteke mayinde ya tu serîlêdanan tune ye. Divê em jibîr nekin ku em şer li cihana kozmetîkê ku nigekî hêzên kapîtalîst-modernîst e vekin berhemê wan bi kar neyinin em ê nigekî wan birûxînin.
Bi pêzanîna aliyê mekanê yê azadker jî, zanebûna ku em rojhilatanavînî ne, hîskirina serbilindiya hilgirtna nirxên qedîm yên, dîrokî-çandî yên , nasname, şexsiyeta rojhilat jî pir girîng e. Divê em tu carî bi bergeha oryantalîst li erdnîgariya xwe nenihêrin, biçûk nebînin. Eger dîroka xwe axa xwe biçûk bibînin em ê xwe biçûk bibînin. Bi ketina şaşiya ku aqil qadirî her tiştî ye, bi esasgirtina aqilparêziya rojava, dehfdayina ruhê rojhilat, nirxên wê, aqilê wê dê me bê wate bike, bê nirx bike. Divê em sedemên li welatê nan bê nan mayinê, li welatê avê bê av mayinê, derxin ser binhişê. Heta ku ev dernekeve ser binhişê, reva ber bi jiyana rojava ku bi hezar û yek hîleya pêşkêş dike, lêgerîna azadiyê li wan deran hewildaneke bê fêde ye. Azadbûna bedena me, jiyana di nav komformîzmê de ne bes e, ruhê me nasnameya me, civaka me çiqas azad e, ya girîng ev e. Rojava, bi îmkanên jiyana maddî dikare bersivê bide pêwîstiyên bedena me, lê belê li hemberî vê jî dixwaze ku tu bê kok, nasname, merc entegreyî nirxên rojava bibî. Ev rewş ne senteza rojhilat û rojava ye, cihêrengbûn, ji xwe dûrketin, ji xwe re biyanîbûn e. ferd û civaka ku nikaribe bibe wekî xwe jî bi jiyîna koletiyê ji kûr ve teslîmî sîstemê dibe. Azad jiyîna yê ku teslîm hatiye girtin jî ne pêkan e. Pirsiyarîkirina ya wekî jiyana modern û pêşverû jî girîng e. Dema dilqê ser eva ku wekî jiyana modern-pêşverû tê pêşkêş kirin tê rakirin, rûyê kapîtalîzmê yê wehşî tê dîtin. Tê têgihîştin ku quleke reş ku mirov ji mirov re biyanî, şer li nirxên civakî ehlaqî vekirî, azadiyeke ferdî ya sehte heye. Erê jiyana kapîtalîsta modern quleke reş e. Enerjiya ferd û civakê, hêviyên azadiyê, lêgerîna heqîqetê dadiqurtî ne.Cehfa mirov, civakê li holê dimîne. Yên ku enerjiya wan ya jiyanê hene, yên ku tîrêja wan hene, yên ku bi israr li pey heqîqetê dibezin, ev ê ku ji vê qula reş modernîteya kapîtalîst xelas bûne ne. Yên ku li dîroka azadiyê, mîrasê û lêgerîna heqîqetê xwedî derdikevin ev in û her roj bi zêdebûna xwe hêviyê mezin dikin. Em bi tîrêja kesên bi dizanin heqîqet evin e, evîn jî afirînerê jiyana azad û derketine meşa azadiyê, bi rê ve diçin.
Dawî Bû.
Rotînda Engîn