NAVENDA NÛÇEYAN
Nivîsandina çîroka hemû hevalê şehîd bêguman dijwar e. Lê bêfişal çîroka her yekî wek çîroka yekî din bû. Têkoşîna hevpar, sekinek hevpar û nêzikatiya wan derketi bû asta herî jor. Di nav wan de Berjîn Demîrkaya hevaleke ku serê pêşîn di nexweşxaneyê de şehîd ketibû. Ger tevlêbûn û sekna wê neyê gotin wê kêm bimîne. Berjîn, beriya berxwedanê jî li Cizîrê di xebatê jinan de cîh digirt. Ji Erzeromê bû. Bi zindî û bibiryar bû. Bi civaka ku tê de jiyan dikir re zû pevgerîn çê dikir. Ji bo xebatê jinan pêşde bibe her roj di malekî û kuçeyekî de di nav gel de bû. Jin kom dikir û bi wan re sohbet û civîn çê dikir. Hevalek e di avakirina komûn û meclîsan de keda wê pir berbiçav bû.
Berjîn, Ferîde û dehan rêhevalê jin li Cizîrê tenê li hember dewleta zorder nebû, di heman demê de li hember hişmendiya dewletê ya nêr jî û li hember hemû saziyê îktîdarê têkoşîn kirin. Jin, ciwan û zarokê di nav berxwedanê baş dizanibûn ku di wan rojên hovîtî de laşê wan ê dişewite wê bibe xwelî û nû ve hêşîn be. Bi taybetî jî peyvên dîrokî yê ku Berjînê di rojê berxwedanê de gotin nayê ji bîrkirin. Ewê jî wek helbest axivî bû. Zimanê heqîqetê bi rastî jî wek helbest e û ev bibû zimanekî hevpar ji bi yê gotina xwe ye dawî dibêjin;
“Erdogan tiştek ji bîr kiriye. Em ji axê rih digirin û ji nû ve hêşîn dibin. Lê bila vê baş bizanibe ku em tenê bedewiyê didine mirovahiyê û yê ku bê deng dimînin şermî dikin…”
Li ser soza xwe dima û ewê jî yê ku bê deng man re şermeke bê dawî hişt. Li ber çavê her kesî, bi zindî Berjîn jî di nav de hemû hevalê birîndar şehîd kirin. Piştî vê rojê peyvên hiş bûn û bêdengî bûn peyvê jê nefret lê tê kirin. Bi zordariya serdesta ev peyv derketibû. Bêdengî navê mirinê din bû. Mirovê azad ker nabe, nayê ker kirin. Yê ku vê dikin nexwe hêncet çi dibe bila bibe koletî bi kurahî ketiye hundirê wan.
Êdî tu tiştek wek berê nedihate nirxandin. Hevalên di vê berxwedanê de cîh girtin hem nefreteke mezin yê ku ev komkujî kirin girêdan hem jî heval û mirovahiya pêketî ya bi sekna xwe ve bingeha vê komkujiyê amade kirin re meksedê wan di ber wan de ma. Çawa destûra komkujiyek zindî ber çava hate dayîn? Divê ev pirsa bê pirs kirin. Pirsa esas “Dewletê çima ev komkujiya kir”nîne. Yê ku vê dibêjin dixwazin xwe jê xilas bikin. Faşîzm, faşîzm e. Xeynê vê çi jê dihat hêvî kirin? Li hember vê bêguman sedemên heval û rêhevala hebû çima çareseriyek nedîtin; Di muhasebeya navbera helwesta polîtîk ya bi aqilane û wijdana xwe de li aliyê aqil de biryar girtin. Bi wijdana xwe ve na, bi aqilê xwe ve tevgeriyan. Heçku mirovên ku baweriya wan tevgereke civakî heye taybetmendiya wan a herî bingeh divê wijdana wan be. Ji xwe PKK navê vê ye; edaleta civakî û tevgera wijdanê ye. Kobanê jî wiha bi ser ketibû. Ev hêza herî mezin bû û têkoşîn dida kirin. Kesekî ku dikeve nav hesabê sar yê aqilê analîtîk, her tiştî wek maddî li ser kar û zirarê dike. Her çiqas xwedî hişmendiyek rast be jî nikare xwe ji wê cendereyê xilas bike. Rewş ewqas safî bû û dihate fêmkirin jî. Yê bi aqil bû xwe ne diavête nav wê dojehê, neavêt jî! Wijdana wan çiqas jan bile jî neçariyê de biryar girt in. Çawa be jî em civakek hîmê êşê bibûn, sedan komkujiya derbas bibû, ji bo yeke din jî rake mixabin ku bunyeya me li hember êş û komkujiya bexşandîbûye.