Gardiyanên ku girtiya siyasî ya li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê Zozan Kûtûm a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di geva bêdawî û bêdorveger de ye, ji bo rûniştina doza wê dibirin Girtîgeha Tîpa L a Sîlîvriyê derb kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Her roja diçe êşkence û zextên li ser girtiyên siyasî yên li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva bêdawî û bêdorveger de ye zêde dibin.
Derket holê ku girtiya siyasî Zozan Kûtûm a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê a di dîroka 18-22’ê Sibata 2019’an ku wê li kampusa Girtîgeha Tîpa L a Sîlîvriyê rûniştina doza wê pêk bihata, ji aliyê gardiyanan ve hatiye derbkirin.
Kûtûm a zarokeke malbatekî penamber a li Swêdê dijî, dema li ketina Girtîgeha Sîlîvrî ya lêgerîna tazî qebûl nekir, ji aliyê gardiyanên mêr ve bi kulm û pênan hate derbkirin.
Her wiha hate zanîn ku hevrêyên ji heman dosyayê tên girtin ku li dijî vê pêkanîna kêfî derketine jî hatine derbkirin. Kûtûm a ji 20’ê Kanûnê ve di grevê de ye ji ber derbkirinê li ser çeng û lingên wê deqên reş çêbûne. Kûtûm û hevrêyên wê yên rapora derbê girtine, gilî li rêveberiya Girtîgeha Sîlîvrî û gardiyanên ku ew derbkirine kirin.