Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ,Mîhrîcana 12’emin a 4’ê Nîsanê destpekir, heya 4’ê Nîsanê wê mihrecan berdevam bike.
MEXMUR – Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ,Mîhrîcana 12’emin a 4’ê Nîsanê destpekir, heya 4’ê Nîsanê wê mihrecan berdevam bike. Mîhrîcanê ku her sal ji bo 4’ê Nîsanê ji aliye qada perwede ve tê amade kirin, bi daxuyaniyekî destpekir.
Bi deqeyek rezgirtinê destpekir. Pişt re li ser navê Komîta Amadekar Cemîl Kara axifî. Cemîl Kara wiha got : ” ku heya 4’ê Nîsanê ev mihrican berdevam bike, Ev 12’emin mihrîcanê di peşengtiya xwendekaran de pêk tê. Bi taybet di nava xwendekaran de peşbirkê ku tên çêkirin heyecan û moralekî dide ava kirin di nav wargehe da. Destpeka mîhrîcanê bi beşa werzîşî destpekin û heya ku bi gihîje dawî jî we bi beşên çandî û zanistî xilas bikin.”
”EM MİHRİCANA 12’EMİN DİYARİYÊ, MİMARÊ AZADİYÊ RÊBER APO DİKİN”
Kara di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Mihrîcanê ku her sal hatinê destpe kirin wek Kevneşopîyek di nava wargeha Mexmûrê de bi eleqadar buyinek tê pêşwazî kirin. Her wiha Kara da diyar kirin ku ev Mîhrîcana hatî destpekirin, bi taybet diyarî mîmarê Azadiya Abdullah Ocalan re û Hemû şervanên Azadiyê, hemû girtiyên Azadiyê û Gelê Kurd ê ku niha di gireven birçîbuyînê dane. Tecrîda ku niha di şexse Rêber Apo de tê meşandin û dixwazin vê tecrîdê li ser hemû gel jî bidin ferz kirin. Em jî wek gel û Xwendevanên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ev Mîhrîcana me ya 12’emin diyariyê hemû berxwedanvanan dikin. Di serî de Leyla Guven ,Nasir Yagiz û hemû hevalên ku niha kêlî bi kêlî bedena xwe dane ber helandinê ra diyarî dikin.”
Bi slogana ” Bijî Serok Apo” Xwendekaran dest bi beşa footbolê kirin.
NC/MEXMUR – MERVAN HÊVÎ