Di du rojên dawî de hejmara kesên ku ji gundê Bahozê hatin xelaskirin û gihaştin Kampa Holê nêzîkî 2800’î bû.
NAVENDA NÛÇEYAN- Qonaxa dawîlêanîna terorê ya Hemleya Bahoza Cizîrê ku QSDê ji bo paqijkirina Bakurê Suriyê ji çeteyên DAIŞê berdewam dike. Şervanên QSDê îro jî bi nêzîkayî hezar kesên çeteyên DAIŞê jî di nav de û malbatên wan ji gundê Bahozê hatin xelaskirin. Ji gundê Bahozê ku girêdayî beldeya Hecînê ya rojhilatê, ber bi kampa Holê ya li Hesekê ve hatin şandin.
Mûxabîrên me dan zanîn ku kesên ku gihaştine kampê bi piranî jin û zarok in, ji aliyê rêvebirina kampê û Heyva Sora Kurdistanê xizmetên tendurustiyê pêşkêşî wan hatiye kirin, jinên ducanî û yextiyar ber bi nexweşxaneyên Hesekê ve hatine şandin.
Li gor agahiya ji rêvebirên Kampa Holê hat girtin di nav kesên ku iro gihaştin kampê de hemwelatiyên Tirkiyê, Rûsya û Iraqê hene, ji aliyê din ve kesên ji bajarê Suriyê, Heleb, Hama, Îdlib, Reqa û Babê jî hene.
Di du rojên dawî de hejmara kesên ku ji gundê Bahozê hatin xelaskirin û gihaştin Kampa Holê nêzîkî 2800’î bû.