Mahmut Bulut’a ku berpisiyarê Ciwanan a Huda-Par-Hîzbullahê ye bi parvekirinê xwe yê tora civakî de, diyar kir ku ew bi MÎT, AKP re li Êlihê di Navenda Qehvegeriya Osmanlî li ser tifaqa hilbijartinên herêmî civînek li dar xistin e
ÊLIH- Mahmut Bulut’a ku berpisiyarê Ciwanan a Huda-Par-Hîzbullahê ye bi parvekirinê xwe yê tora civakî de, diyar kir ku ew bi MÎT, AKP re li Êlihê di Navenda Qehvegeriya Osmanlî li ser tifaqa hilbijartinên herêmî civînek li dar xistin e. Di civînê de ji bo tifaqa hilbijartinê ya herêmî berdana girtiyên Huda-Parê ku cezayê wan erê bûye danîne. Her wiha hate zanîn li ser sê şarederiyên bajarên mezin ên Kurdistanê de Amed, Wan, Mêrdînê 3 alîgiriya Serokê Şarederiyê, di şarederiyên din de jî 16 endamtiya Meclîsa Şaredariyê, 4 endamtiya Meclîsa Giştî bidin Huda-Parê bi AKP re li hevkirine.
Li Êlihê AKP-MÎT û Hîzbûllah- Huda-Par di heman mesayê de ne
Di parvekirinên 8 Çileyê 2019’an di seat 20:00 de tora civakî ya Mahmut Bulut a ku hat diyarkirin berpirsiyarê Ciwanên Huda- Parê ye li Navenda Qehvegeriya Osmanî ya Êlihê bi endamê MÎTê ku bi navê Yuzbaşi tê naskirin, SADAT, Ocaxên Ak, Ocaxên Osmanî, Koordînatora Navenda Şewirmendiyê Qezayên Trafîkê Gul Hîsar ya ku aîdê Hîzbûllah- Huda-Par e Ruya Sari, Yavuz Canturk, berpirsiyarê Ocaxên Ak Şeyhmus Yildirim û berpirsiyarê Ciwanên Huda-Par’ê Mahmut Bulut, Osman Ersoy, Îlyas Şîmşek û Azîz Korkmaz di heman maseyê de civîn girtine nivîsand.
Wek şert 3 kesên ku ji doza esas a Hîzbullahê girtîne berdana wan û 3 aligariya serokatiya şarederiyê ji AKP re ferz danîn.
Bulut di parvekirinê xwe de li ser hilbijartinên 31’ê Adarê bal dikşîne û dibêje AKP û Huda-Par çûne tifaqa hilbijartinê. Bulut di parvekirinê xwe de dibêje wek şert AKP re berdana girtiyên Huda-Parê Bahattîn Temel, Fîkret Gultekîn û Saît Şahîn a ku di 26ê Mijdarê 2018’an de cezayê wan erê bûye danîne. Her wiha hate zanîn li ser sê şarederiyên bajarên mezin ên Kurdistanê de Amed, Wan, Mêrdînê 3 alîgiriya Serokê Şarederiyê, di şarederiyên din de jî 16 endamtiya Meclîsa Şaredariyê, 4 endamtiya Meclîsa Giştî bidin Huda-Parê bi AKP re li hevkirine.
Piştê vê parvekirinê rojek şûnde li ser şîroveyan Kesekî bi navê Şeyhmus, Bulut hişyar dike û ev parvekirinê xwe radike.
Huda-Par daxuyand ku ji hilbijartinan vekişiyaye
Piştê civînê di 12’ê Çileyê de bi daxuyaniya ku Alîgirê Serokê Giştî ya Huda-Par- Hîzbullah’ê Mahmut Şahîn da çapemeniyê qaşo ji ber derfetên maddî ew ê nekevin hilbijartinê. Dîsa Serokê AKP a Bajêra Êlih’ê Akîf Gur di gelek civînên ku bi midurên saziyan ve kir de dibêje ji Êlihê re ziyana herî mezin Hîzbullah daye û di saziyan de yê ku Hizbullahîne pêwîste daxînin erka pasif.
Çavkanî: Navenda Lêkolîna Stratejîk a Kurdistanê