Di nav sivîlên ku şervanên QSD`ê îro rizgar kirin de, 2 zarokên êzidî jî hene. Rêveberiya kampa Holê diyar kir ku ew ê her du zarokên êzidî radestî Mala Êzidiyan a Cizîrê bikin.
HESEKÊ – Îro di saetên sibê de beşeke din ji sivîlên ku di qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ji aliyê şervanên QSD`ê ve ji Baxozê hatin rizgarkirin, gihaştin kampa Holê.
Karwanê sivîlên ku hatine rizgarkirin ji dehan erebe û kamyonan pêk dihat. Bi rêya wan erebe û kamyonan nêzî 2 hezar û 600 jin û zarok û di nav de du zarokên êzidî ku ji Şengalê ne, gihaştin kampa Holê.
Zarokê bi navê Mîlad (13) navê dayika wî Xoxa û Fewaz Xidir (15) navê dayika wî Edla, her du jî ji Şengalê ne. Her du zarok di nava bi hezaran zarokan de ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve di êrîşên li ser Şengalê (3`yê Tebaxa 2014`an) hatine revandin.
Her du zarok (Mîlad û Fewaz) di nav komeke zarokan de bûn ku malbatên wan tune ne û bi sivîlên ku hatine rizgarkirin re gihaştin kampa Holê.
Ji rêveberên kampa Holê Şivan Mihemed Kerîm diyar kir ku ew ê her du zarokan radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê bikin da ku ew jî bi Meclisa Şengalê re bikeve têkiliyê û her du zarokan radestî malbatên wan bikin.