Navenda çavdêriyê diyar kir ku îro di saetên sibê de hêzên rêjîma Sûriyê deverin ji bajarê Xanşêxûn ê aliyê başûrê bejahiya Idlibê topbaran kir. Di encama wê de du welatiyan jiyana xwe ji dest dan û birîndar jî çêbûn.
NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku herêmên bêçek bi dijwarî hatin topbarankirin. Balafirên şer herêmên Xanşêxûn ên bejahiya başûrê Idlibê û herêmên bajarokê Seraqib ên bejahiya rojhilatê Idlibê topbaran kir. Di encamê de birîndar çêbûn.
Hêzên rêjîma Sûriyê herêmên bajarokê Kefer Zîta, gundê Sehrie, Sexir ên bakurê bejahiya Hemayê, her wiha herêmên bajarokê Ziyara yê Sehil Xab ê bejahiya bakur rojavayê Hamayê, topbaran kir.
Her wiha hêzên rêjîma Sûriyê herêmên derdora bajarokê Temana, gundê Sikîk, Ketîba Mehcûra, bajarokê Seraqib, Til Sultan, Tewîl Helîb ên bejahiya rohilat û başûrê Idlibê, bejahiya Musterîha, Kerkat ê Cebel Şehşebo yê bejahiya başûr rojavayê Idlibê bi hawanan topbaran kir.