Hate ragihandin ku li ser sînora Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Artêşa dewleta Tirk a dagirker şevê din li gundewarê Serêkaniyê malbatek gulebaran kirin. Tê gotin de 4 kes hatin qetilkirin û 5 jî birîndar bûn.
HESEKÊ – Hate ragihandin ku li ser sînora Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Artêşa dewleta Tirk a dagirker şevê din li gundewarê Serêkaniyê malbatek gulebaran kirin. Tê gotin de 4 kes hatin qetilkirin û 5 jî birîndar bûn. Malbatê hewldida ku derbasî Bakurê Suriyê bibe.
Di vê komkujiyê de 4 kes ku ji wan 3 jin bûn hatin qetilkirin ku heta niha cenazê wan li erdê ne, di heman demê de 5 kes jî birîndarbûnê, her 5 kes ji aliyê YPG’ê ve hat rakirin û birin nexweşxaneya Serêkaniyê. Navê kesên birîndar wiha ne Mihemed Ahmed Casim bi temenê 14 salî, Xedîca Abdullah Omer 65 salî, Abdullah Mihemed Seyid 22 salî, Xewla Hemîd Ewad 16 salî û Rûhilata İbrahîm Mehmûd a bi temenê 25 salî dayika du zarokane . Hêj cenazeya wan li erdê ye û dewleta Tirk a dagirker nahêle kes nêzê cihê bûyerê bibe.
Kadroyên Tenduristiyê yên Nexweşxaneya Selam a Serêkaniyê diyar kirin: “ku Xedîce bi 5 fişekan birîndar bûn û rewşa wê giran e. Rohilat Îbrahîm li nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê û Xewla Hemîd ku rewşa wê giran e li nexweşxaneyên bajarê Hesekê tên dermankirin.
Birîndaran diyar kirin, ku artêşa Tirk a dagirker şevê din saet di 22:30‘an de li nêzî gundê Eradê yê girêdayî ew gulebaran kirin, dema dixwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, di encamê hin kes hatin qetilkirin, tê texmînkirin ku 4 kes di nav de 3 jin hatin qetilkirin, lê nasnameyên wan nehatin naskirin. Her wiha hin kes din di nav de jin û zarok birîndar bûn.