Xwişka Cemal Encû yê di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest da Cahîde Encû, bi hinceta “Propagandaya rêxistinê kir” hat binçavkirin.
ŞIRNEX – Xwişka Cemal Encû yê bi 34 kesan re di encama bombebarana balafirên şer ên gundê Roboskî yê navçeya Qilabata Şirnexê de jiyana xwe ji dest da Cahîde Encû, hat binçavkirin. Xwişka Cemal Encu, li kontrola polîsan a dinavbera navçeyên Cizîr û Hezexê de hat binçavkirin.
Hat diyar kirin ku Cahîde bi hinceta “Propagandeya rêxistinê kir” hat binçavkirin.