Em dikarin bibêjin ku ji sala 1963’an ve êdî dewleta Sûriyeyê nexasim herêmê Kurdan bi riya hêzên ewlekarî, şebîha û zagona rewşa awarte bi rê ve dibir, mirov digirtin û xwediyên wan nediwêrîn bi pey bikevin, an jî xwedî lê derkevin, heger bikarîbana jî bi sed wasteyî(nabênkar), di fireke av …
Pêşniyarên Mihemed Teleb Hîlal ji aliyê hukumetê ve di sala 1965’an de hatin pejirandin, Kembera Erebî ya dihat payîn bê avakirin û beşek wê jî di sala 1975’an de pêk hat. Kember bi dirêjiya sînorê Tirkiyê 375 km, bi panahiya xwe 10 km bû. Ji aliyê Rojavayê Serê Kaniyê destpê dikir bi dirêjiya sînorê Tirkiyê heta Îraqê, ji wir jî ber bi aliyê Başûr ber bi jêr ve ava Dîcle sînorê Îraqê heta Til Koçer diçû. Di planê de hatibû pêşniyarkirin ku 140 hezar Kurdên ku li 332 gundan jiyan dikirin bên koçkirin û di cihê wan de jî Erebên Bedo yên Firatê yên ku ji ber avakirina Bendava Esed cihên xwe hiştibûn bên bicihkirin.
Piştî wan siyasetên şoven û nijaperest destpê kirin ku navê gundan, navçe û bajarê Kurdan bi tevahî guhartin, navên Erebî lêkirin. Navên Kurdî êdî xedexe bû li zarokan bêne kirin. Çand û folklora Kurdî, di şahî û dawetan de qedexe kirin. Rêjeya xwendinê li herêmê Kurdan daxistin asta herî jêr, da ku zarokê Kurdan nekevin dibistanên bilind û çavên wan venebin. Ji salên destpêkê ya dibistana navîn ve BAAS`îtî li ser zarokan ferz dikirin, yê ku nepejiranda bi lêdan û rêbazên cuda re rû bi rû dihat. Li rex wê yê ku biba BAAS`î her çendî lawaz bûya jî imtiyazek jê re dihat dayîn û ew dihat derbas kirin refa jortir. Cilê xwendevanên dibistanan ji refa yekê seretayî bigire heta amadeyî(lîse) milîterîze kirîbû, hemû yek tîp û leşkerî bûn. Danûstandin û kiryarên keyfî di kar û barê burokrasiya dewletê û daîreyên hukumetê de ji xelkê Kurd re derdixistin. Heqaret, biçûkxistin, dijûn, henek pê kirin û her cure gotinên ji derveyî edebê û lêdan layîqî hemwelatiyên Kurd didîtin. Jixwe beşekî mezin ê Kurdan bi siyaseta kembera Erebî ji hemwelatîbûnê hatibûn avêtin, ji bo wan ne mafekî xwendinê hebû, ne dikarîn malekê li ser navê xwe qeyd bikin, ne jî dikarîn erdekî ji xwe re bikirin. Ew ji her tiştî hatibûn bêpar kirin. Ji bo derfetên kar ji xwe re peyda bikin, ew neçar mabûn berê xwe bidin welatên xerîbiyê û koç bikin. Siyaseta birçî bike bi rê ve bibe li ser kar bû. Bi zanebûn kargeh û derfetên kar li herêmê Kurdan ava nedikirin da ku koç bikin. Rêjeya Kurdan li bajarên weke Şam, Heleb û yên din zêde bû, beramberî wê herêmê Kurdan vala bûn. Ew cihên vala dibûn bi Ereban dadigirtin. Gundên nimûneyî ji Erebên ku anîbûn di cihê Kurdan bi cih kiribûn avakiribûn, her cure derfet dabûn wan û bi çek parastina wan dikirin. Di dayîreyên hukumî mexfer(qereqol), dibistan û daîreyên din de kêm Kurd tê de hebûn, piranî Erebên aliyê Başûrê Sûriyê û navarasta Sûriyê û cihên din li herêmê Kurdan erkdar dikirin. Rejîmên heyî bawerî bi Kurdan nedikirin. Civîn an jî her çi kombûyîneke qedexe bû, bi tirsandin, girtin û kuştinê dihat belavkirin. Meş, mîtîng û xwepêşandan tev qedexe bû.
Em dikarin bibêjin ku ji sala 1963’an ve êdî dewleta Sûriyeyê nexasim herêmê Kurdan bi riya hêzên ewlekarî, şebîha û zagona rewşa awarte bi rê ve dibir, mirov digirtin xwediyên wan nediwêrîn bi pey bikevin, an jî xwedî lê derkevin, eger bikarîbana jî bi sed wasteyî(nabênkar), di fireke av dikuştin û davêtin wê erdê kes nikarî tiştek bigota. Li aliyê din rejma BAAS`ê di sala 1982’an de êrîşek li ser bajarê Hemayê pêk anîbû bajar bi erdê re dûz kiribû, bi wan bûyeran ve girêdayî bi deh hezaran xelkê sivîl kuştibûn. Bi vê êrîşê re bi Kurdan dida hîskirin ku heger hûn baqil rûnenin, dûr nîne çarenûsa we jî wek a van be. Bêguman van nêzîkbûnan neyînî bador li ser beşekî civakê yê zêde çêkiribû. Nexasim ew bûyerana li ber çavên civakê pêk dihatin. Beşekî Kurdan ên mezin bêîrade kiribûn. Xwedî derketina li Kurdbûnê hinekî dijwar bûbû, berdêl dixwest, her kes jî ne amade bû vî berdêlî bide, xwebûn bûbû bela. Lewma rejîma BAAS`ê Kurdên xwe di nava civaka Kurd de çêkiribû. Beşekî Kurdan ji ber siyaseta birçîbûnê neçar mabû BAAS`tiyê bipejirînin da ku deriyê kar ji xwe re peyda bikin. Lê beşê din ê BAAS`tî weke keysekê ji bo desthilata xwe di çarçoveya cihê lê de bikar dihanî, zilm û bihtanî li cîranê xwe dikir, di çarçoveya plan û programa ku nijadperestên Ereb hûnandibûn de kar dikirin, bi rapor û nokertiya xwe weke lingê rejîmê li heremê Kurdan xizmetî wê siyasetê dikirin.
Ziman, cil û bergên Kurdî, çand û kelepora Kurdî nîşaneyên paşketinê bûn, cihê şermê bû, pêwîst dikir xwe zû jê dûr bixe û bibe Ereb. Bi deh hezaran heger em Kurdên Hema, Şam û cihên din jî bixin ser, em ê bêjin bi sed hezaran Kurd li Rojavayê Kurdistanê di van du sed salên dawî de asîmîle bûn û bûbûn Ereb. Beşekî zêdetirî Kurdan ew xwedîderketina li hev dest jê berdabûn. Kurdan dawetên xwe yên ku berê li ser bêderan dikirin, weke mîhrîcanekê li ber dengê dahol û zûrnê çend rojan bi rê ve diçû dest jê berdabûn, di bin navê bêwestandine, kêm mesref e, ji malên xwe li otobîsan siwar dibûn ji gundê xwe derdiketin mesafeya bi dehan kîlometir diçûn di salonên de sergirtî dawetên xwe dikirin, li ber ting tinga orgê û ev aletên qaşo nûjen dîlan digerandin. Hewaya bajaran ew ber bi xwe ve dikşandin û gundîtî jî paşketî didîtin. Ew ên nizanî ku bi destjêberdana wan dawetên mîna mîhracanan, dest ji nirxên xwe yên civakî yên ku bi bav û bapîran ji hezarê salan ve anîbûn berdidin. Di rastiyê de wan dest ji çanda mêvanperwerî û pêşwazîkirina vexwendiyên dawetê berdidan, dest ji dahol û zûrneyan berdidan, ji sohbetên germ a nava cîrantiya gundan berdidan. Wan dest ji xwezaya xweş, bayê hênik û bedewiya çiyan berdidan. Gund hema hema vala bûbûn, bajarbûn dihat wateya pêşketîbûnê, bi destxistina maleke efrencî li bajêr li ser terzê Rojavayiyan xeyala gelek kesan bû, terzê malên wan bi wan nexweş bûbûn. Di rastiyê de gelek kes jî ji ber siyaseta birçîbûnê ya ku rejîmê bi rê ve dibir neçar bû ji gund derkeve, li beramber zêdebûna nifûsa civakê ya bi lez pêşdiket, erdê heyî têrê nedikir ku derfetên kar ji bo her kesî/ê peyda bike, dewletê jî derfetên kar bi zanebûn çênedikir, lewma bê xwestek be jî neçar bû bên bajaran. Kalepîr û pîrejinên ku car caran ji gundan dihatin serdana zarokên xwe li bajêr bikin, di wan qatên teng û malên efrencî de bêhna wan dernediket, nexweş dibûn. Lewma bawer nedikirin kengê xwe bigihîjînin gundê xwe. Nedixwestin ji xwezaya xwe dûr bikevin. Guhê wan hînî qerebalixa bajêr nebûbû, bêhna benzînê û dengê erebeyan ew sergêjî dikirin, bi rojan bi ser xwe ve nedihatin. Dema hinekî li bajaran diman û derdor didîtin, xweziya xwe bi demên berê dikirin, digotin:”Kanî zemanê berê.” Ew xwezî û axînên wan bapîran di rastiyê serûbinbûna civakê radixist ber çavan, lê kê ew fêm dikir? An jî; ma kesek hebû ku vê serûbinîbûna civakê ji xwe re bikira xem û derd? Bi kurtayî; Sîmolên Modernîteya Kapîtalîst civaka Kurd nexasim beşê ciwanan li Rojavayê Kurdistanê serxoş kiribû.
Me got ku van siyasetên desthilatdar neyînî bandor li Kurdan kiribû, heta astekê encam jî girtibû. Lê rihê Kurdê berxwedêr ê ku li zindana Amedê radest nebûbû, li Rojava jî her çendî sîstema BAAS`ê û rejîmên beriya wê hewl dabin jî lê nikarîne wî rihî û îradeya gelê Rojavayê Kurdistanê bi temamî bişkenin û ji holê rabikin. Ji ber ku heger bi temamî encam girtiba raperîna Qamişlo ya ku li stadyomê pêkhatî nediqewimiya. Asta şiyarbûna gel û asta zanebûnê ya xwe gihandibûyê nexasim piştî hatina Partiya Karkerên Kurdistanê û xebata Rêberê Gelê Kurd birêz Abdulah Ocalan di nava gelê Rojava de gelekî bilind bûbû. Raman û îdîayên mezin ên Apociyan bala civaka Rojavayê Kurdistanê kişandibû ser xwe. Bi taybet berxwedanê wan a li hember faşîzmê ya di zindana Diyarbekirê de. Di demeke ku partî û rêxistinên Rojavayê Kurdistanê di cihê xwe de patanaş dikirin, baweriya wan şikestibû, ji rêgezên xwe yên partî tewîz didan, tenê bi mafê Kurdan ê çandî bang dikirin, hatina Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo Rojava xwedî wateyeke taybet digirt nava xwe. Fikir, felsefe û programa Tevgera Apocî zû alîgir ji xwe re çêkirin. Rabûn rûniştin, exlaq û jiyana xwendekarên şoreşger ên dest ji zanîngehan berdabûn û hatibûn di nava wî gelî de kar dikirin zêde bala gel kişandibû ser xwe. Û ji hemûyan jî balkêştir ew keçên xama yên ku çek hilgirtibûn mil bi mil li kêlekê mêran şer dikirin û doza azadî û welatê xwe dikirin bû. Lewma Tevgera Azadî li Rojava pir zû bû tevgereke gelerî bi sed hezaran sempatizanên wê çêbûn, bi deh hezaran mal jê re vebûn, bi hezaran keç û kurên vî gelî beşdarî nava refên vê tevgerê bûn û li dijî dagirkeran dest bi têkoşînê kirin. Di salên heştî de cara yekemîn bi pêşengtiya grûba Xwendekarên Apocî tevî astengiyên rejîmê û pevçûnên di nav polîs û gel de xwedî derketîna Newroz li herêmên Rojavayê Kurdistanê, li herêmê Efrîn, Kobanê û Cizîrê bi girseyî hatin pîroz kirin. Berê Newroz nedihat pîroz kirin, heger bihata pîroz kirin jî di malan de firin pêdixistin. Heger agirek pêxistana jî di geliyekî de pêdixistin, ku zêde kes nebîne. Newroz bi awayekî seyran dihat pîrozkirin. Lê bi hatina PKK’ê re formekî netewî girt û ket xizmeta bilindkirina têkoşînê û ya rast jî ev bû, ji ber ku Newroz di wateya xwe ya rastî de sembola li dîjî zilm û zordariyê bû. Tevgerê Azadiya Kurdistanê guhartinên bi kok di civaka Rojava de çêkir. Tê zanîn yek ji xalên herî girîng ku civaka Kurd li Kurdistanê bi giştî, nexasim Rojava jê digaziya mijara ji xwe bêbawebûnê ye. Baweriya xwe bi xwe nîne, her tim li hêzekê an jî piştekê digere xwe bispêre wê. Li hember tang û topê neyaran dest û lingên wî kilît dibin. Dixwazim mînakekê bi bîr bixim. Di salên nodî de ez hîn tevlî Tevgera Azadî nebûbûm. Min wek xebatkarekî karê gund dikir. Me civînek li malek welatparêzan çêkir, di civînê de gelek kes amade bûn. Me li ser pêşketinên siyasî rewşa şer erkên welatpariziyê gelekî axivîbû. Piştî gel belav bû, xwediyê malê bavekî wî hebû temenê wî şêst derbas kiribû. Di nava sohbetan de got: “Niha hûn jî dibêjin em ê dewleta Tirk birûxînin û Kurdistanê ava bikin! Ya dewleta Tirk teng, top û ewqas cebilxaneya wê heye, lê ya we ji qilêşeke we pê ve çî ye we heye?” Kalo jî ne heq nebû. Bêguman, Kurd bi xwe wiha nebûbûn, siyasetê bi hezar salan ji aliyê desthiladaran ve li ser Kurdan hatibû meşandin Kurd wiha kiribû. Kurd şikandibûn, îrade di wan de nehiştibûn. Lê PKK ew şîfre vekiribû, ew qeder guhertibû, li hember hêzeke weke ya Natoyê şer dikir. Ne ku çekê wan ên giran hebûn şer dikirin, lê belê bi îrade û berxwedanê şer dikirin. Gelê me yê Rojava ketibû zanebûna vê rastiyê. Tu rastî dixwazî ya herî malwêranî ji Kurdan re anîbû jî ev mijar bixwe bû. Em dîroka ne dûr e lêbikolin, di Komara Mehabadê de wiha bûye, di Tevgera Başûr a Mele Mistefa de wiha bûye û bi dehan wekî wê mînak em dikarin bihejmêrin. PKK gelek qalibên paşverû yên ku civaka Kurd li Rojava ber bi paş ve dikşand şikandin. PKK tiştê kevneperest rexne dikir, hewl dida ku yê nû ava bike û civakê bigihîne asteke bilintir û pêşketîtir. Civakê nêzîkbûnên Tevgera Azadiyê ya ji jinê re û wekheviya ku dixwest ji nêzîk ve dişopand û bi xwe re diket nakokiyan. Heger ku gelê Rojava li Kobanê bi derfetek kêm li berxwe dabe û bi jin û zarokan ve şer kiribe û bajarê xwe radest nekiribe, di binê vê de ew şîfreyên ku Rêber APO vekir heye. Ew îrade û bawerî bixwehanîna Rêber APO ava kiriye heye. Heger ku di van seatan de Efrîn li hember dagirkeriya Erdogan û çeteyên wî yên DAÎŞ`î, di wê dorpêçê de tevî derfetên kêm li berxwe dide sedema wê ew rihê Rêbertî ava kiriye ye. Tê zanîn Serokatî bi xwe gelê Rojava ava kiriye, bi sedan civîn ji wî gelî re çêkiriye. Di gel de cesaret û fedekarî dabû avakirin, zanebûna netewî dabû pêşxistin, gelê her çar parçeyan bi riya gerîla bi hev û du dabû naskirin. Şiyarbûna ku di gel de hatibû avakirin rê nedida siyaseta nijadperest û cudakar ên rejîma BAAS`ê. Gelê Kurd êdî dest dirêjiyên rejîma BAAS`ê nedipejirand, koletî bin ax kiribû, ji bo azadiyê serî rakiribû. Lewma di 12’ê Adarê de ji rejîma BAAS`ê re got rawest e. Rejîmê xwestibû weke berê komkujiyan bike, lê gel ne ew gelê berê bû. Destûr nedida weke berê mîna gurê har bikeve nava gel. Tê zanîn di12’ê Adara 2004’an de li stadyûma fûtbolê ya bajarê Qamişlo pevçûnek di navbera alîgirên tîma Qamişlo û alîgirên tîma Dêrazorê de çêbû. Di demeke kin de ew pevçûn gur bû û polîsan ji dêvla ku her du aliyan ji hev vekin, alîgiriya tîma Dêrazorê kir û gule li girseya gel alîgirên tîma Qamişlo reşand, di encamê de heft Kurd jiyana xwe ji dest da. Roja din ku gel cenazeyên xwe radikir careke din hêzên ewlekariyê gel gule baran kir. Dîsa şehadet û birîndarî çêbûn. Piştî wê gel li Amûdê û bajarên din daketin qadan kerba xwe bi ser dewletê de rijandin, piştî wê Erebên wir yên li gel dewletê bi polîsan re êrîşî ser dikan û malên gel kirin şewitandin talan kirin. Piştî wê ew raperîn li seranserî Rojava belav bû. Li cihên din jî şehadet û birîndar çêbûn. Di encamê de herî kêm 36 kesê Kurd jiyana xwe ji dest da û 160 jî birîndar bû, zêdetir ji hezar kesî hatin girtin. Gelek endamên PYD jî hatibûn girtin, ew ên hatibûn girtin di êşkenceyên giran re derbas bûn. Yên weke Bavê Cûdî mamoste Osman û gelekê din di bin êşkenceyan de jiyana xwe ji dest dan û tevlî karwanê nemiran bû.
Çavkanî: Komunar