Dewlata Tirk a dagirker şevê din gundê Bradostê topbaran kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Şevê din artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û topxaneyên li herêmê gundên herêma Bradost topbaran kir. Di topbaranê de jîngehên sivîlan zirar dît û topek li nêzî gund ket.
Di topbaranê de devera Bêsnok, derdora gundê Lêlikan, gundê Sêgirkan û Gureşanî bûn hedef. Ji ber topbaranê tirs ketiye nava welatiyên herêma Bradostê.
Li gorî agahiyan topek li nav gundê Gureşan ket û di encamê de zirarekî madî çêbû.