Cahîde Encu, xwişka Cemal Encu yê di Komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest da, hat berdan.
ŞIRNEX -Cahîde Encu, xwişka Cemal Encu ku di Komkujiya Robsokiyê de jiyana xwe ji dest da, li ser rêya Cizîr Hezexê hatibû binçavkirin. Piştî binçavkirinê Encu birin Edliyeya Cizîrê.
Hat hînbûn ku Encu bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatiye binçavkirin, lê belê piştî îfadeya li dozgeriyê serbest hat berdan.