NAVENDA NÛÇEYAN
Heval bawer, ji malbata hêja ya Erkendî ye kû zarokên xwe di têkoşîna azadiyê de li şehadetê bi rêwî kirî, hevalek pir pak û fedekar bû. Di pêvajoya berxwedana rêveberiya xweser ya Şirnex’ê de nekarî bû xemsar nêzî têkoşîna gelê xwe bimîne, bi gelê xwe re di çeperên berxwedanê de ji bo cihê xwe bigre mil dabû têkoşîna gelê Şirnex’ê. Nêzî hefteyekî di Taxa Cumhurîyetê ya Şirnex’ê de em bi hevre man. Piştî wê bi hev re derbasî taxa Îsmet Paşa bûn. Çeperên kû ez û heval Bawer lê di man nêzî hev bûn.
Amadekarî qediya bûn. Êdî roja qedexeyê hatibû. Heval Bawer, hevalek pir jîr bû. Qet ne dirawestiya. Te hew di dît bi çeperan re mijûl dibû, hew dinêrî di ket pevçûnan, hêşedarî dikir. Ne dizanî raweste. Piştî demekê em di heman çeperê de bi hev re man. Naskirina wî ya ji nêz ve ji bo min bi kelecan û pir xweşiktir bû. Em bi hev re di xebitîn, pev diçûn û şer dikir. Di pevçûnan de tim di pêşiyê de cih digirt. Kû derê metirsîdar be di pêş de venêr dikir. Heval Bawer rêhevalek wisan fedekar bû. Di pevçûnekî de ez û Heval Bawer bi hev re bûn. Leşkerên Tirk yên dagirker bi keriyan bi ser me de dihat. Mayinek kû me berê de çandî bi wan de teqiya. Di jimarek zêde de kuştî û birîndarên dujmin hebûn. Ha, di wê demê de heval Bawer derket holê. Wekî xeyaletekî bû, ji wir xwe di avêt cihê din. Dujmin ne dizanî wê çi bike, leşkerên kû qîr didan, digiriyan û hawar dikirin hebûn. Rêheval Bawer jî ji camê, ji tebeqa dûwem, ji tebeqa sêyem li wan dixist. Di wê çeperê de em tenê sê kes bûn. Lê belê, dujmin li wir digot qey em artêşek in. Ev jî bi dewle serê Heval Bawer çêbû. Heval Bawer pir aram û bi moral bû. Wek di bêjin ya, di deh tiliyan de deh jêhatin. Bi rastî jî Heval Bawer wisan bû.
Piştî demekî dujmin bi xefî ket nava me. Ez çûm çepera din şiyar bikim. Hîn dujmin negihiştî ji cîhaz dengê anonsê hat û got şehîd heye. Ji xeman nefesa min çikiya. Bi bazdan ez paş de hatim. Yê kû li erdê diraziya… bi alîkariya hevalan me cenaze kêşa û stand. Şehadeta heval Bawer ji bo me hemûyan pir giran bû. Ez matmayî bûm. Wekî kû ka dê çawa be min li derdor temaşe dikir. Piştre min ev fam kir; bi cih anîna xwesteka wî. Jibo hevalan pir zor bû lê em neçar bûn li ser piyan bi mînin. Êdî hîn zêdetir em bi hêrs bibûn. Vê jî hêz dida me. Her şehadetek ji bo me zorî de mayînek bû. Dema kû şehadet çêdibû tengaviyek mezin derdiket holê. Lêbelê em ew qas jî bi hêrs dibûn. Li şûna şehîdên xwe me di çeperan de şer dikir. Şûna şehîdên xwe dagirtin ji bo me deynek bû.
Heval Bawer bi sekin, jiyan, şerê kû beramberî dujmin dayî mora xwe li berxwedana rêveberiya xweser ya Şirnex’ê da bû. Ger her kes rolê dû kesan bi lîsta, Heval Bawer rolê çar kesan dilîst. Xwe gorî kiribû. Ji bo rastiyekî bike hezar caran di fikirî. Ji bo tiştekî xelet neke rêbazek wiha dişopand. Heval Bawer ev qas xwe gorî li rêhevalî û gelê xwe kiribû. Bi zanebûna mezin kirina têkoşîna girêdayî bûna mîratê heval Şehîd Bawer Dijwar û hemû şehîdên me yên rêveberiya xweser, em soza tolhildana wan didin.
Nav û Paşnav: MAZLUM ER
Navê Dê:
Navê Bav: BAHATTÎN
Cih û Dîroka Ji Dayîkbûnê: 1995 SÊRT/ERKENDÎ
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: 2014
Cih û Dîroka Şehadetê: AVRÊL 2016 ŞIRNEX
YILMAZ ÇAVREŞ