Faşîzma Erdogan wel rêza tûpa gel kiriye rêza zebze, Gotina strana ya “Egîd bûye mihtacê pîvaza hişk” ji bo diyarkirina rewşa gel kêm dimîne. Ji ber ku pîvaz xwarin ji bo yê li Tirkiyê dijîn bûye tiştekî lûks.
NAVENDA NÛÇEYAN- Aboriya faşîzma Erdogan ya ku her roj ber bi têkçûnê diçe êdî derketiye li ser rûyê avê. Berhemê berhemdêran li destê wan de dimîne. Di marketê kapîtalîst de 2 kîloya zêdetir standin li rastî kotayê tê. Hingî mesrefa berhemdêr zêde dibe fiyeta firotinê jî zêde dibe. Faşîzma Erdogan wel rêza tûpa gel kiriye rêza zebze, Gotina strana ya “Egîd bûye mihtacê pîvaza hişk” ji bo diyarkirina rewşa gel kêm dimîne. Ji ber ku pîvaz xwarin ji bo yê li Tirkiyê dijîn bûye tiştekî lûks.
Çima kota? Bersiva wê di konê hikûmeta Erdogan a ku çandinî qedand
û rêzê zebze de ye. Aboriya ku her roj ber bi têkçûnê diçe de vekirina konên tanzîm hem berhemdêra hem jî esnaf anîn ber îflasê. Hikûmet her çiqas bi îthalatê ve hewl dide ku vê bigire lê nikare xwe ji krîza aborî xilas bike.
Yek jî şer heye. Ji bo herî baş diyarkirina sedemên rewşa aboriyê. Divê polîtikayên dewletê yê di 4 salê dawî de Kurdistanê meşandiye mêze bikin. 24 Tîrmeh 2015’an de bi dehan balafirên şer ve li Kurdistanê êrîşî çiyayên azad kir. Di van êrîşê hewayî de mîlyona dolar ji bêrîka gel derket. Û piştî wê pêvajoyê şerê bajara. Her roj bênavber bombe kirina çiyayan. 30 Çile 2018’an de bi 72 balafiran ve êrîşa hewayî ya li ser Efrînê û destpêkirina êrîşa dagirkeriyê. Ev pêvajoya şer sedema bingeh a têkçûna aboriya Erdoganê faşîst e.
Pêşnûmeya dirava êrîşên hewayê ku faşîzma Erdogan li hemberî PKK pêk tîne wiha ye;
Firîna seateke ya F-16yan 25 hezar dolar e. Dirava teqemeniyê jî 65 hezar dolar e. Dirava êrîşa hewayê ya seateke jî 26 hezar dolar e. Dirava bombeya 900 kîloyî ya MK-84, 13 mîlyon dolar e. Dirava bombeya 800 kîloyî ya MK-84 26 mîlyon dolar e.
Her roj ku diçe dirava şerê ya desthilatdariya faşîst AKP zêdetir dibe, lê deramatên ku pêşkeşê gel dike jî 2 kîloyê derbas nabe. Erdoganê ku aboriya wî her ku diçe nebaştir dibe, her çiqas polîtîkayên tenzîmê biparêze jî hilberîner û gel ji vê polîtîkayê aciz in. Ev rewş diteyîse dezgehên marketên kapîtalîst Carrefoursa jî û vê jî radixe ber çavan ku pergala kapîtalîst xwe nikare ser piyan bihêle.
Yek ji aliyekî qeyrana aboriyê bêkariyê heye. Di gelheya ciwanê de bi zêdebûna 1,6 a puaniya nisbeta bêkariyê ve bû ji sedî 21,6, di koma temenê ya 15-64an de jî ev nispet bi zêdebûna 0.9 a puaniya nisbeta bêkariyê ve bû ji sedî 11.7. Helbet deverên neqeydkirî jî hene. Bendeyiya derveyî ya Erdogan, her ku diçe ji ber aboriya şer a ku wî pêşxistî zêde dibe. Tê payîn ku Erdogan, piştî hilbijartinê enflasyonê zêde bike lê gel çiyê wê bixwe ev jî hê ne diyar e.