Tîmên taybet, îro di çalakiyeke taybet de derdora du hezar sivîl ji gund derxistin û birin cihê bi ewle, di nav de hejmareke çete û malbatên wan ên ku xwe radestî QSD‘ê kiribûn hebûn.
DÊRAZOR- Tîmên taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) çalakiyên xwe li gundê Baxozê ku bargeha dawî di destê DAIŞ‘ê de ye didomînin.
Çeteyên DAIŞ‘ê ku di devereke qasî 600 heta 700 m2 asê mane, sivîlan wekî mertalên zindî bi kar tînin. Li gorî fermandarê Pêngava Bagera Cizîrê Çiya Firat, tîmên taybet ji bo derxistina sivîlên li gundê mane derbasî gund bûne û çalakiyên vekirina koorîdorên mirovî dikin da ku sivîlan rizgar bikin.
Tîmên taybet, îro di çalakiyeke taybet de derdora du hezar sivîl ji gund derxistin û birin cihê bi ewle, di nav de hejmareke çete û malbatên wan ên ku xwe radestî QSD‘ê kiribûn hebûn.
QSD‘ê bi 25 kamyonan sivîl ji gundê Baxozê derxistin deverên bi ewle, di heman demê de 20 kamyonên din şandin gund da ku sivîlên mane derxînin.
Hin çeteyên ku xwe radestî QSD‘ê kirine ji Iraqê bû, çeteyan gotin ew poşman bûn ji ber ku tevlî DAIŞ‘ê bûn.