Li gorî ajansên herêmê di 24’ê vê mehê de pasdarên Îranê li ser sînorê dinavbera Bakur û Rohilatê Kurdistanê de êrîşê komek kolber kirine. Di encama êrîşê de kolberê bi navê Mecîd Ezîm (26) bi giranî birîndar bûye.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî ajansên herêmê di 24’ê vê mehê de pasdarên Îranê li ser sînorê dinavbera Bakur û Rohilatê Kurdistanê de êrîşê komek kolber kirine. Di encama êrîşê de kolberê bi navê Mecîd Ezîm (26) bi giranî birîndar bûye.
Herwiha li gorî nûçeyek ya Kampanya Çalakanî Beluc duh kolberek yê Dilganî Belucistan ya dikeve Rohilatê Îranê, rastî êrîşa pasdarên rejîma Îranê hatiye û hatiye kuştin.
Li gorî rapora heman kampanyayê di meha borî de 10 kolberên Belucî li ser sînorê navbera Îran û Pakîstande bi guleyên pasdarên Îranê hatine kuştin.