Herî dawî şervanên QSD`ê 2 zarokên êzidî yên bi navên Gulê Ela û Sûad Reşo Îbrahîm ên ji gundê Rembosê yê Şengalê rizgar kirin û radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Şervanên QSD`ê qonaxa Şerê Tunekirina Terorê li dijî çeteyên DAIŞ`ê di baregehên wan ên dawîn de li Baxozê didomînin. Şervanên QSD`ê gelek sivîl, bi dehan jin û zarokên êzidî ku di êrîşên li ser Şengalê de (3`yê Tebaxa 2014`an) ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn revandin, rizgar kirin.
Herî dawî şervanên QSD`ê 2 zarokên êzidî yên bi navên Gulê Ela û Sûad Reşo Îbrahîm ên ji gundê Rembosê yê Şengalê rizgar kirin û radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kirin.
Meclisa Mala Êzidiyan bi Meclisa Şengalê re di nava têkiliyan de ne da ku êzidiyên têne rizgarkirin, radestî malbatên wan bikin.
Şervanên QSD`ê heta niha nêzî 20 jin û zarokên êzidî ji Baxozê rizgar kirine.