7 şervanên QSD’ê ku di pêngava Bagera Cizîrê de ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn girtin ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin û gihîştin bajarê Reqayê.
REQQA – 7 şervanên QSD`ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatiûbn girtin, îro li Baxozê hatin rizgarkirin û bi kêfxweşiyekê ji aliyê malbatên xwe ve hatin pêşwazîkirin.
Şervanên hatine rizgarkirin ev in: Îbrahîm Ehmed, Mihemd Şêx, Mihemed Abdullah, Malk Abdullah Hisên, Mihemed Ehmed Xelîl, Ehmed Merî û Fetah Ode.
Ji fermandarên QSD’ê Kendal Reqqa got şervanên wan di kemînekê de di Şerê Tinekirina Terorê de hatin girtin, bi saya şervanên QSD’ê hatin rizgarkirin û di rojên pêşde dê mizgîniya rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê bidin.
Qonaxa dawî ya pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê li dijî çeteyên DAIŞ`ê di baregehên wan ên dawî de li Dêrazorê didome.