NAVENDA NÛÇEYAN
Selahaddîn Erdem
Li Rojava; bakurrojhilatê Sûriyê di van rojan de wê mizgîniya têkçûna Daîşê wê bê dayîn. Dibe ku dema ev nivîs tê weşandin ev mizgînî hatibe dayîn jî. Lê rastiyek heye ew jî her çendî Daîş hatibe têkbirin jî rastiya berxwedana li hemberî Daîşê wê bê domandin. Bêguman sedemên vê yekê jî hene. û derketina Daîşê, tevlîheviya têkiliyên Daîşê, palpiştiyên çêkirî yên çêkirî yên ku xwe di spartinê û rêxistinbûna Daîşê di van sedeman de cih digirin. Ji ber van sedeman her çendî Daîş hatibe têkbirin û cihên di bin serweriya Daîşê de hatibin rizgarin jî Daîş wê bixwaze bi rêyên cur bi cur de xwe dîsa derxînê holê.
Di rewşa heyî de nêrînên ku yên li ser DAÎŞ’ê, dahatûya Daîşê û nirxandinên li ser Daîşê tên dayîn pêwîst e li ser nêzîkiya li ser vê nêrînê pêngav bên avêtin. Eger ku pêngavên ku tên avêtin li gorî vê nêzîkiyê nebin pê de çûna li pey serkeftina serxweşî wê encanên telafiya wan nemumkîn derkevin holê. Rastî li Iraqê jî wiha çêbûbû. Piştî ku Daîş ji serşarê xwe Musilê ketibû Rêveberiya Navendî ya Iraqê daxuyaniya ku tê wateya “DAÎŞ’ê teqez hat têkbirin” bi kar anîbû. Lê yên di qadê de pişta vê daxuyaniyê nedigirt. Ji ber ku Daîşê li Musilê li Tîtrîkê li Selahattînê û hwd. navendên cur bi cur de xwe dîsa hem ser navê BAAS a kevin bi rêxistin dikir hem jî li ser navên ‘eşîrên sunnî yên ereb xwe dîsa ava dikir. Heta em dikarin bibêjin bê berxwedan û zû bi zû desteserkirina Musilê de rastiya vê yekê heye. Ji ber van sedeman piştî ku Daîş ji van navendan vekişiya kêm be jî rêxistinbûna xwe li van cihan hişt û parast.
Di taliyê de piştî daxuyaniya Rêvebirina Iraqê ya Navendî ku wekî “Me DAÎŞ têk şikand” destpêkirina DAIŞê yaçalakiyên xwe û li hin herêmên diyarkirî sazkirina bandora xwe ya leşkerî jî ev rastî piştrast kir. Di qonaxa pêkhatî de jî li Iraqê gurayî bi çalakiyên xwe anî li bo cih li xwe fireh bike ket nav lêgerînan, çiyayê Hemrînê ji bo xwe kir binkeya leşkerî. Birêxistinbûna DAIŞê ya li Suriyê jî rêyeke bi rengê ya li Iraqê şopandibû. Bi taybetî jî li Rojhilatê Suriyê, li bajarên wekî Dêrazorê, Reqa û hwd. bi vî rengî bû. Lê di birêxistina DAIŞê ya li Suriyê hin cudahî hebûn. Lewra DAIŞ ê xwe ewilî wekî El Qaideya Iraqê birêxistibû, paşê bi navê Dewleta Îslamê ya Iraqê hat bîranîn, paşê jî qada bandora xwe belavî Suriyê kir û navê “Dewleta Îslamî li Şam û Iraqê” li xwe kir û di dawiya dawî de jî xwe wekî “Dewleta Îslamî” îlan kiribû.
Di vê navberê, dema tê gotin DAIŞ, di rêxistinbûna xwe li Suriyê jî rêyeke wêkî ya Li Iraqê şopand, rastiya tê qestkirin ne ev e. hevşibiya ki tê qestkirin di rêxistinbûna Suriyê de xwe sipartina eşîrên ereb yên sunnî ne. Dîsa van eşîran ku her çiqas di nav sînorên dewleta Suriyê de bin jî têkîliyên wan yên nêzîkî bi rejîma Seddam û Partiya BAASê ya Iraqê re hene. DAIŞê dema cara ewil xwe li Suriyê birêxistin dixist vana ji xwe re dikir piştevan. Bi taybetî li Dêrazorê bi vî rengî bûye. Li ser eşîrên ku rejima Suriyê nikaribû ew têxistana bin bandora xwe, Dêrazor a ku nikaribû kontrolê saz bike, berî şerê Suriyê yê navxweyî partiya Baas ya Iraqê bi bandor bû. Piştî hilweşîna rejîma Seddam ev herêm, bû qada vekişîn û binke kirinê ya hêzên girêdayî partiya Baasê. Û ji rejîma Suriyê jî ji vê yekê agahdar bû.
Niha li Dêrazorê hew maye ku têkçûyina DAIŞ were îlankirin. Lê belê ev rastiya ku heye, her çiqas ku DAIŞ li li Rojava, li Bakurrojhilatê Suriyê ber bi têçûyinê ve hatibe dehfdayîn jî xwe nîşan dide ku dê bandora xwe bi vî rengî berdewam bike. Bi tevlî ku hîna têkçûyina DAIŞê nehatiye îlankirin jî êrîşa bombeyî ya li dijî otobêsa rêwiyan ya li nêzîkî Hamayê pêkanîn emareyên vê rastiyê li xwe bar dike.
Ev rastî ji aliyê kesên ku pisporiya wan li ser qadê heye, ji aliyên hêzên cuda ku çavdêriyê dikin jî tê bilêvkirin. Heta dikare were gotin ku, piştî îlankirina têçûyina DAIŞê, di nav mijarên ku alî liser mutabiq dibînin ev mijar serî dikêşe. Helbet dema têkîliyên DAIŞê yên bi hêzên biyanî, di serî de bi dewletên wekî TC yê ku planên wan ên stratejîk li ser herêmê hene û bi berdewamî ji aliyê vana ve bikaranîna wê li vê mijarê tê zêdekirin, tê fehmkirin ku dê rewşeke ji berî ya xwe cudatir be jî bivê-nevê bigre.
Di analîzên ku di dawiya sala 2018 de li ser Rojhilata Navîn hatibû ziman ku dê “kart dîsa werin lihevxistin”. Niha di van rojên ku dê têkçûyina DAIŞ’ê li Rojava, li Bakurrohilatê Suriyê were îlankirin de; em ketine pêvajoyeke ku ew kartên hatine lihevxistin vedibin, kîjan kart di destê kê de ye datîne ser maseyê. Civînên ku di 13-14ê Sibatê de li Varşovayê, di 14ê Sibatê de li Soçiyê û civînên ku bi nav û binasiyên cuda li Munihê pêk hatin jî wateyeke bi vî rengî îfade kirine. Di nav kartên ku di van civînan de hatine belavkirin de, di destê kê de kîjan kart hebe ew hatine ser maseyê. Helbet ji vêya ya ku herî zêde winda kiriye dewleta TCyê ya nîjadkuj, mêtingehkar û faşîst bûye. Wekî mînaka mirîşka birçî di xewna xwe de garis dîtiye. Lê belê dewleta Tirk li çûyina Dimyatê ji bo birincê, ji sawara li malê jî bûye.
Ji Navendên Lêkolîna Stratejîk a Kurdistanê hatiye wergerandin