Hêzên QSD’ê li Baxoz’a ku kelaha DAÎŞ’ê ye di pêngava dawî de ye. Du rojên dawî de zêdetirî 2000 çete radest hate girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Hemleya Bahoza Cizîrê di qonaxa qedandina terorê de ye. Operasyona Şervanên QSD’ê li Baxoz’ê berpê qadên dawî yê li destê çeteyên DAÎŞê de berdewam dike. Hezaran sivîlê ku çeteyên DAÎŞ’ê girtibû û wek mertal bikaranî ji çeteyan hatin xilas kirin û rizgarkirina wan berdewam jî dike.
Şervanên QSD’ê, meşa xwe ya di Bakûr û Rojhilatê Suriyê de cihên ku hatine dagirkirin dom dikin. Çeteyên ku derbeyê giran xwarin bi malbatê xwe ve her roj teslîmê hêzên QSD’ê dibin.
Heya niha nêzî 10 hezar sivîlî di gundê Baxozê de bi aliyê hêzên QSDê hatin rizgar kirin. Sivîlên hatine rizgar kirin hemû hewcedariyê wan hatine dîtin û dibine Hesekê li qampa Holê.
Hejmara çeteyên ku hêzên QSD’ê girtine 2000 kesî zêdetir bu. Hêzên QSD’ê çeteyan hildidin lêpirsînî û dişînin girtîgeha.
Di heremê de derxistina çeteyên DAÎŞ’ê, malbatê wan û sivîlan berdewam dike. Tê diyar kirin ku hêzên QSD’ê çete kirine qadeke 100-200 metreyî. Hêzên QSD’ê li heremê ne.