Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a Leyla Guven ku li dijî tecîrda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 113’an de berdewam dike.
AMED – Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 113’an de berdewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê berdewam dikin
Çalakiya koma greva birçîbûnê ya yekemîn ku li girtîgehê bi heman armancê hat destpêkirin di roja 74’an de berdewam dike, ya Nûnerê HDP’ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz di roja 100’an de, ya 14 çalakgerên li Strasbourgê ya Fransayê di roja 74’an de, ya Îmam Şîş ê li Gallerê di roja 74’an de, Yusuf Îba 47, Mele Mustafa 47, Şiyar Xelîl 34, Omer Bagdur/ Cemal Kobanê 31, Huseyîn Yildiz 41, Hasbî Çakici 40, ya endama Meclisa Îştar ya li Mexmûrê Fadîle Tok di roja 40’emîn de, ya Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak jî di roja 45’an de berdewam dike.
Li girtîgehan her roj komên nû beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-dorneveger dibin. Herî dawî ji girtîgeha Şakaranê 8 girtiyan diyar kir ku wan ji 15’ê sibatê û vir de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger kirine. Bi tevlibûnên herî dawî yên çalakiyê re hejmara kesên ku tevli çalakiya grevê bûne li girtîgehan 300 derbas kiriye û 75’an de ye. Her wiha hate ragihandin ji 1’ê Adar’ê ve hemû girtiyên PKK û PAJK’ê wê bikevin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.
Her wiha li Başurê Kurdistanê li bajarê Kelarê ciwanê bi navê Heman dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kir. Di roja xwe ya 4’an de didom e.