Sedat Akin, piştî ji girtîgehê hat berdan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê li mala xwe didomîne.
ÊLIH – Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û. Li 67 girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya 331 girtiyî didome. Herî dawî Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK û PAJK’î daxuyaniyek da û diyar kir ku ger hikûmet gavekê navêje, wê di 1’ê Adarê de çalakiya greva birçîbûnê li hemû girtîgehan berbelav bibe.
Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Sedat Akin bû. Lê belê çend roj berê ji Girtîgeha Tîpa E ya Erzinganê hat berdan û niha çalakiya xwe li malê didomîne.
Çalakiya Akin a ku li Zindanê destpêkiribû di roja 53’yan de li malê didome.