Yekîtiya Ekolojiyê li dijî biryara DMME’yê ya li ser Heskîfê helwest nîşan da û got, “DMME’yê derb li Heskîfê xistiye.”
NAVENDA NÛÇEYAN- Yekîtiya Ekolojiyê li ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Heskîfê daxuyaniyeke nivîskî da. Yekîtiya Ekolojiyê li dijî redkirina serlêdana Heskîfê ya DMME’yê helwest nîşan da û got bi biryarê de Heskîf ku ji hêla dîrokî, çandî û ekolojîk ve bi giringiyeke mezin e derb li Heskîfê hatiye xistin û Heskîf qurbanî rantxuriya kapîtalîst hatiye kirin.
Yekîtiya Ekolojiyê her wiha got, ”Ev biryara DMME’yê li gelek deveran tundiya li ser mekanên dîrokî û çandî ya ya dewletan û şîrketan tê teşwîq dike.”