5’emîn rûniştina doza ku serbaz Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş dihatin darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ya 1’emîn hate kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Di 9’ê Mijdara 2005’an de li dijî Pirtûkxaneya Ûmûtê ya li Şemzînanê êrîşeke bombeyî hatibû kirin. 5’emîn rûniştina doza ku serbaz Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş dihatin darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ya 1’emîn hate kirin.
Her sê bersûcên ku ne girtî ne, tevlî rûniştinê nebûn.Xwediyê pirtûkxaneyê Seferî Yilmaz û parêzerên wî tevlî dozê bûn.
Seferî Yilmaz diyar kir ku divê bersûc werin girtin û darizandin. Parêzeran jî diyar kirin ku serbestberdana her sê bersûcan di wijdanê de gel de êşeke mezin çêkiriye û xwest ku bila her sê bersûc werin girtin û darizandin.
Heyeta dadgehê hemû daxwaz red kir û rûniştin taloqî 11’ê Hezîranê kir.