Bi sedan çeteyên DAIŞ‘ê û malbatên wan ku li gundê Baxoza Jorên tengav bibûn, xwe radestî QSD‘ê kirin.
DÊRAZOR- Bi sedan çeteyên DAIŞ‘ê tevî malbatên wan îro ji gundê Boxoza Jorîn derketin û xwe radestî QSD‘ê kirin. hate ragihand ku hejmara çeteyên xwe radest kirine 200 derbas dike û ji nasnameyên erebî û biyanî ne.