Hêzên Rizgariya Efrînê ragihandin ku şervanên wan li Efrînê rêzeçalakî pêk anîn, di encamê de herî kêm 7 dagirker hatin kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê li ser çalakiyên xwe yên 24 û 25‘ê Sibatê li dijî hêzên dagirker li Efrînê daxuyanî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin;
“Di çarçoveya çalakiyên bi bandor yên şervanên me ku li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên li Efrînê û derdora wê bicîh bûne lidar dixin de;
Di dîroka 24’ê Sibatê de şervanên me li ser riya gundê Qeretepe ya bi ser navenda Efrînê li dijî otobusekî çeteyên dewleta Tirk a dagirker têde bûn hedef girtin. Di encama çalakiya sabotajê de otobus hat şewitandin lê di derbarê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal bidest neketin.
Di dîroka 25’ê Sibatê de şervanên me li ser rêya gundê Nebî Horî ya girêdayî navçeya Şera li dijî benda kontrolê ya ku çeteyên koma bi navê Qewat El Nuxbe ye, çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de di navbera şervanên me û çeteyan de şer û pevçûn derketin. Di encama çalakî û pevçûnan de 4 çete hatin kuştin.
Me di daxuyaniya xwe ya 24’ê Sibatê de diyar kiribû ku, di roja 23’ê Sibatê şervanên me li ser riya navbera gundên Basûfanê û Birc Heyder yên girêdayî navçeya Şêrawa seyareyeke leşkerî ya ku çeteyên Firqet El Hemzat tê de bûn hedef girtin û di encama vê çalakiyê de 3 çete bi giranî birîndar bûbûn. Hat zelalkirin ku ev 3 çeteyên bi giranî birandar bûne mirine.”