Bîlançoya Çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê yên li dijî hêzên dagirker li Efrînê ên meha Sibatê.
NAVENDA NÛÇEYAN – Bîlançoya çalakiyên bi bandor yên Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên li Efrînê û derdora wê bicîh bûne lidar dixin. Berxwedana Hêzên Rizgariya Efrînê kêlî bi kêlî xurtir dibe bi çalakiyên xwe yên bê hempa.
Çalakiyên ku ji aliyê Hêzên Rizgariya Efrînê ve ên miha Sibatê hatine li darxistin.
2’ê Sibatê:
Di 2’ê Sibatê li gundê Til Melad ê bajarokê Mare yê Helebê, şervanên HRE’ê li komên çete xistin.” Li gorî daxuyaniyê, di çalakiyê de 5 çete hatin kuştin, 2 çeper hatin rûxandin û çekek bi tîpa kalaşnîkovê ji ser çeteyan hate wergirtin.
6’ê Sibatê:
Di 6’ê Sibatê de HRE’ê li navçeya Cindirês a Efrînê çalakiyeke sabotajê li dijî seyareya serçeteyekî koma Ceyş El-Şerqiyê yê bi navê Xanêm Xelef ku wek Ebû Hekem tê nasîn, li darxist. Di encama çalakiyê de seyare hat rûxandin û serçete jî birîndar bû.
Di 6’ê Sibatê de li ser rêya gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa seyareyeke koma çete ya bi navê Firqet El-Hemzat hat hedefgirtin. Di encama çalakiya sabotajê de 3 çeteyên bi navên Elî Salih El- Debes, Ehmed Hebûş û Eyham El-Mihemed birîndar bûn.
7’ê Sibatê:
Di 7’ê Sibatê de şervanên me li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa li dijî çeteyekî girêdayî koma Firqet El-Hemzat çalakiya sekvaniyê li dar xistin. Di encama çalakiyê de çete bi giranî birîndar bû.
Di 7’ê Sibatê de şervanên me li gundê Kefer Nebo ya navçeya Şêrawa li dijî kombûneke çeteyên girêdayî koma Firqet El-Hemzat çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 çete birîndar bûn.”
8’ê Sibatê:
Di 8’ê Sibatê de li ser rêya Aşka Xerbî ya navçeya Cindirêsê ya ser bi Efrînê li karwanek leşkerên dewleta Tirk a dagirker xistin.Hat diyar kirin, karwana ku dewriye digerand ji 2 erebeyên zirxî bi giştî 4 erebeyan pêk dihat. HRE’yê daxuyand ku şer di navbera şervanên wan û leşkerên di karwanê de derket û di encam de leşkerek hat kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.
10’ê Sibatê:
10’ê Sibatê li dijî komeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên li gundê Kefer Kilbin ya bajaroka Ezazê ku dikeve bakurê Helebê de derketibûn dewriyeyê, çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de wesayîtan çeteyan hate rûxandin û 3 çete bi giranî birîndar bûn.”
13’ê Sibatê:
13’ê Sibatê, şervanên me li derdora gundê Hezwan a girêdayî Babê li dijî seyareyeke çeteyên koma Firqet El-Hemzat têde bûn, çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de 3 çeteyên bi navê Ebdultayib Ferûa, Yasir El Elî û Mihemed Xazî hatin kuştin û 3 çete jî bi giranî birîndar bûn.”
17’ê Sibatê:
17’ê Sibatê şervanên me li navçeya Bilbilê ya Efrînê li dijî wesayîteke dewriyeyê ku leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker tê de bûn, çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di encama çalakiyê de leşkerek û 2 çete bi giranî birîndar bûn.
Dîsa 17’ê Sibatê li navçeya Cindirêsê ser bi Efrînê li dijî baregehek koma çeteyên Nûredîn Zenkî çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de li gel ku gelek çete mirin jî, di derheqê hejmara wan de agahiyên zelal bi dest neketin.
Li aliyê din 17’ê Sibatê şervanên me li gundê Kil Cibrîn a girêdayî Ezazê li dijî baregeheke koma çete ya bi navê Cebhe El-Şamiyê çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Omer el Casim hat kuştin û çeteyê bi navê Mehmûd El Elî birîndar bû.”
20’ê Sibatê:
20’ê Sibatê de li navçeya Şera ya Efrînê li dijî karwanek koma çeteyên bi navê Sultan Murad çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Hat diyarkirin ku di encama çalakiyê de seyareyek hat ruxandin, 2 jê giran 5 çete birîndar bûn. Navê çeteyên ku bi giran birîndar bûne Fuad Mustafa û Casim Şehud in.
22’ê Sibatê:
22’ê Sibatê de şervanên me li derdora gundê Kil Cibrîn ya girêdayî Ezazê li dijî seyareyeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku têde bûn hedef girtin û çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de seyare hat rûxandin û çeteyek hat kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.”
23’ê Sibatê:
23’ê Sibatê şervanên me li ser riya navbera gundên Basûfanê û Birc Heyder yên girêdayî navçeya Şêrawa seyareyeke leşkerî ya ku çeteyên Firqet El Hemzat tê de bûn hedef girtin û di encama vê çalakiyê de 3 çete bi giranî birîndar bûbûn. Hat zelalkirin ku ev 3 çeteyên bi giranî birandar bûne mirine.”
24’ê Sibatê:
24’ê Sibatê de şervanên me li ser riya gundê Qeretepe ya bi ser navenda Efrînê li dijî otobusekî çeteyên dewleta Tirk a dagirker têde bûn hedef girtin. Di encama çalakiya sabotajê de otobus hat şewitandin lê di derbarê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal bidest neketin.
25’ê Sibatê:
25’ê Sibatê de şervanên me li ser rêya gundê Nebî Horî ya girêdayî navçeya Şera li dijî benda kontrolê ya ku çeteyên koma bi navê Qewat El Nuxbe ye, çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de di navbera şervanên me û çeteyan de şer û pevçûn derketin. Di encama çalakî û pevçûnan de 4 çete hatin kuştin.