Koordînasyona DGH’ê; “Ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêber Apo û ji bo bilindkirina têkoşîna berxwedana hevalên me ji aliyê yekineyên me ve li bajarê Tirkiye û Kurdistanê çalakî pêkanîn.”
NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyona DGH’ê di derheqa çalakiyên xwe yên dawî de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev çalakiyan ji bo şikandina tecrîdê kirine û di encama çalakiyê de 4 kargeh û wesayîtek hatiye şewitandin.
Daxuyanî wiha ye:
Koordînasyona DGH’ê; “Ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêber Apo û ji bo bilindkirina têkoşîna berxwedana hevalên me ji aliyê yekineyên me ve li bajarê Tirkiye û Kurdistanê çalakî pêkanîn.”
Berfirehiya Çalakiyan wiha ye:
Denîzlî
Di 20’ê Sibatê de li navçeya Merkez Efendî di taxa Qehreman de marketekî ji aliyê yekineyên me Tolhildana Şehîd Serhed ve hatiye şewitandin. Di çalakiya pêkhatî de market îmha bû.
Bursa
Di 19’ê Sibatê de di seat 04:00 de li navçeya Osmangazî wesayîtekî tîcarî ya ku aîdê G.K. ye ji aliyê yekîneyên me ya Tolhildana Şehîd Baran Mawa ve hatiye şewitandin. Di encama çalakiyê de wesayît ketiye rewşa neyê bikaranîn.
Stenbol
Di 24’ê Sibatê de li navçeya Başakşehîr Îkîtelliyê li Sîteya Kerestecîlerê kargehekî ku hilberîna mobîlyayê dikir ji aliyê yekineyên me Tolhildana Şehîd Baran Mawa ve hatiye şewitandin. Di encama vê çalakiyê de kargeh ketiye rewşa neyê bikaranîn.
Enqere
Di 24’ê Sibatê de di seat 02:00 de li navçeya Yenî Mahalleyê Kargehekî ku amûrên înşaatê difiroşt ji aliyê yekîneyên me ya Tolhildana Şehîd Firat Zîlan ve hatiye şewitandin. Di vê çalakiyê de ji kargehê re ziyanekî giran a maddî gihiştiye.
Îzmîr
Di 24’ê Sibatê de li navçeya Konaxê depoyekî kargehekî ji aliyê yekîneyên me Tolhildana Şehîd Nazelîn Korkut ve hat şewitandin. Di vê çalakiyê fe depo bi giştî bû xwelî.
Amed
Ji aliyê Yekîneyên me Tolhildana Şehîd Serhildan Garzan ve di dîrokên cuda de li navçeya Rezanê çalakiya nivîsandinê pêkanîne.